Şêx Ellah Îbrahîm Şêx Ellah sala 1949an li gundê Castan li nahiyeya Dîbge ya ser bi qezaya Mexmûrê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, qonaxên seretayî û navendî li Dîbge temam kirine, sala 1960an tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye, û di 4ê Nîsana sala 1964an de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê bûye û bûye Pêşmergeyê fujê Faris Bawe, pileya kadroyê siyasî li şaxê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê wergirtiye, beşdarî şerên Koyê, çiyayê Bawacî, newala Balîsan, Merke û Pişder li dijî Artêşa Iraqê bûye, sala 1965an di şerê çiyayê Asosê de lingê wî yê rastê birîndar bûye, û sala 1967an wekî fermandeyê seriyeyê li fujê yekem ê deşta Hewlêrê hatiye tayînkirin.
Piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî wekî hejmartinvan li rêveberiya perwerdeya Hewlêrê kar kiriye, sala 1972an ji Enstîtuya Îslamî ya Hewlêrê derçûye, û sala 1974an, piştî têkçûna hikûmeta Iraqê di pabendbûna bi rêkeftina 11ê Adarê û destpêkirina şer, Şêx Ellah Îbrahîm tevlî hêzên Pêşmergeyên ser bi hêza deşta Hewlêrê bûye, ku baregeha xwe ya sereke li gundê Zêwe li herêma Xoşnawetî vekiribû.
Sala 1975an, piştî karesata Şoreşa Eylûlê, penaberî Îranê bûye û li bajarê Şino bi cih bûye, paşê çûye Dezfûlê. Di roja pêncem a Çiriya Pêşîn a 1975an de vegeriyaye Îraqê û bo Şetreyê li parêzgeha Besrayê hatiye dûrxistin, sala 1976an bo bajarê Nasiriyê hatiye dûrxistin, sala 1979an vegeriyaye Hewlêrê û piştî salekê bajarê Hewlêrê bi cih hêlaye û berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê.
Sala 1980an tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bûye. Sala 1981an di konferansên herêmî de wekî endamê şaxê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 1982an wekî endamê karî yê şaxê hatiye tayînkirin, di êrîşa kîmyayî ya ser herêma Şêx Wesnan di 14ê Nîsana 1987an de bi giranî birîndar bûye, di heman salê de, çend çalakiyên fedayî li dijî Artêşa Iraqê li herêma Xoşnawetî pêk aniye, û heta sala 1988an li wir maye, ji wir çûye Hewlêr û Koyê ji bo pêkanîna hin çalakiyên fedayî.
Sala 1988an vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û wekî berpirsiyarê komelgeha Zêwe hatiye tayînkirin, piştî Kongreya Dehêmi ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bo şaxê duyem hatiye veguhestin û li gel mefrezeyeke Pêşmergeyan vegeriyaye Hewlêr û Xoşnawetî. Sala 1991an li gel Serok Mesûd Barzanî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî rizgarkirina Soran, Xelîfan û Hewlêrê bûye. Di 20ê Adara 1991an de li gel Pêşmergeyên şaxê duyem beşdarî rizgarkirina Kerkûkê bûye.
Di 19ê Adara 1992an de piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û kabîneya yekem a hikûmeta herêma Kurdistanê, Şêx Ellah Îbrahîm wekî cîgirê wazîrê çandinî û avdaniyê hatiye tayînkirin, sala 1999an wekî cîgirê berpirsiyarê şaxê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Sala 2005an wekî endamê gera duyem a parlamentoya Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 2009an teqawît bûye.
Di 15ê Kanûna 2010an de, nîşana Barzanî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatiye dayîn.
Çavkanî:1- Arşîvî destey mûzexaney Partî Demokratî Kurdistan.


