Sala 1977an her du baregehên Govkê û Bêlmbîrê yên Pêşmergeyên Serkirdatiya Demkî li navçeya Berwarî Bala nêzîkî hev bûn, baregeha Govkê Pêşmergeyên wê zêde bûn, ji bilî mefrezeya Hecî Qado, mefrezeyên Mihemed Xalid Boselî û Mihemed Gewda ku zêdetir ji sed Pêşmerge bûn li wê baregehê bûn, berevajî wê baregeha Bêlmbîrê tenê mefrezeya Ehmed Şane lê bû, di 25ê gulana 1977an de hêzeke mezin a artêşa rejîmê ku pêk hatibûn ji 500 efser û serbazan bi piştevanîya neh firokeyên cureya helîkopterên neferhilgir û şerker ên bêdeng (Semtî) di sê bereyên rojhilat û rojava û başûr de êrîş kirin ser baregeha Bêlmbîrê (helîkopterên Semtî nû ji Fransayê hatibûn kirîn û yekem car bû artêş li dijî Pêşmerge bi kar bîne), şer di navbera her du aliyan de dest pê kir, piştî ku li baregeha Govkê dengê teqeyê tê bihîstin ji wir Hecî Qado, Mihemed Xalid, Mihemed Gewda bi nêzîkî şêst Pêşmergeyan ve diçin hawara hevalên xwe, di rê de ew jî dikevin ber êrîşa firokeyan û li nêzîkî baregeha Ehmed Şane di encama gulletbarana helîkopteran de Hesen Hecerê pismamê Hecî Qado bi pileya amir mefreze û Pêşmergeyekî din Şehîd bûne, Mîrxan û Şemo û sê Pêşmergeyên Hecî Qado jî birîndar bûn. Firokeyan nizm dibûn termên kuştiyên xwe û heta yên Pêşmergeyên Şehîd jî hildigirtin, tevahiya hêzê yek (RPG)ek bi wan re bû ew jî sê gulleyên wê li ser bû, piştî ku bi kar anîn, firoke kêmtir diwêrîn nizm bibin, dema Pêşmergeyên Hecî Qado, Mihemed Xalid û Mihemed Gewda gihîştin Ehmed Şane û gelek ji Pêşmergeyên wî gulle bi wan re nemabû, lê hêj bergirî dikirin, bi gihîştina vê hêzê, Pêşmerge pêgeha xwe ji bergiriyê bo êrîşkirinê guhert û karîn hejmareke mezin a serbazên artêşê li meydana şer de bikujin û artêş neçarî paşekişeyê bikin, firokeyan heta karîn cenaze û birîndarên xwe û heta termê Zorab û Pêşmergeyekî din ê Şehîd li meydana şer hildan, Pêşmergeyek bi navê Resûl Doskî ji aliyê artêşê ve hatibû girtin, ew jî ligel xwe birin, di vegerê de Resûl Doskî bi zindî ji firokeyê avêtin xwarê û Şehîd kirin.
Di encama şer de heşt Pêşmerge û du ji wan ên nû peywendî kiribûn, ligel çar welatiyan Şehîd bûn, neh Pêşmerge jî di nav wan de Salih Sîto û bi xwe Ehmed Şane birîndar bûn, Pêşmergeyekî Ehmed Şane bi navê Elî Herûrî bi dehan gulleyan bi wî ketibû û Şehîd bûbû, Zoran Ebdullezîz (Enwer) heman rojê Şehîd bû. Artêşa rejîmê jî zêdetir ji 45 bo 50 kuştiyên wê hebûn, termê Şehîdan ji aliyê Hecî Qado, Mulazim Mihemed Soranî, Mihemed Xalid, Mihemed Gewda û Pêşmergeyan hatin veguhastin bo gundê Arûşê û li wir bi axê hatin spartin û bi xwe jî vegeriyan baregeha Govkê.
Ji bo roja din Hecî Qado bi çar Pêşmergeyan ve biryar da biçe baregeha Bêlmbîrê û wan çekên li wir ketine bîne, ew bû ber bi baregeha Bêlmbîrê ve bi rê ketin, piştî ku çekên xwe hildan û bar kirin biryar dan nanê nîvro jî li wir bixwin û paşê vegerin Dola Şehîdan, heman roj yanî 26ê gulanê çar firokeyên cureya helîkopterên Semtî bo baregeha Bêlmbîrê vegeriyan ku Hecî Qado û Pêşmergeyên wî lê bûn, ji nişkê ve firoke li pişt dolê derketin û Pêşmerge amadekarî û derfeta bergiriyê nebûn, di encama teqe û bordûmana firokeyan de Hecî Qado heman cihî Şehîd dibe.
Ji bo roja din yanî 27ê gulana 1977an careke din artêşa rejîmê bi rêya heft firokeyên cureya neferhilgir xwe gihandin baregeha Govkê û piştî daxistina wan ji aliyê serbazên artêşa rejîmê ve êrîşeke berbelav hat kirin ser Hêzên Pêşmerge, tevî ku hêzên Pêşmerge roja berê serkirdeyê xwe û çendîn Pêşmergeyên qehreman ji dest dabûn, lê bi qehremanî bergirî kirin û artêşa êrîşkar bi xirabî têkşikandin û neçarî paşekişeyê kirin.
Piştî vî şerî çend mefrezeyên din hatin Dola Şehîdan û baregeha Govkê ji bo ku pasewaniya cih û gora Şehîdan bikin, çimkî nûçe gihîştibû wan rejîm dixwaze bi firokeyan bê navçeyê û terman biguhêze, mefrezeyan bo maweya çil rojan li navçeyê man heta wê demê ku piştrast bûn ji wê yekê ku artêş bo vê mebestê venagerê.
Çavkanî:-1 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





