Hikûmeta Beis bo baladestî û destgihîştin bi temamiya navçeyên cuda yên Kurdistanê û tepeserkirina dengê şoreşê, berdewam di êrîş û pelamardanê de bû bo ser wan deverên ku şoreş tê de baladest bû, çimkî deste û tîmên Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyan ve araste dibûn bo encamdana çalakiyên partîzanî û weşandina gurzên bihêz li hêzên serbazî û çekdar ên hikûmetê, ku bi wê sedemê hêzên hikûmetê duçarî ziyanên zêde yên giyanî û madî û darmana derûnî dibûn ku tirs û toqandinê wisa bi ser hêzan de anîbû li gelek cihan di şiyanên wan de nebû heta parêzgariya li binkeyên serbazî yên xwe jî bikin, lewma bi hemû şêwazekê rûbirûyê Hêzên Pêşmerge dibûn, daku parêzgariya li desthilat û destkeftiyên xwe bikin.
Di 5ê meha nîsanê ya 1987 hêzên serbazî û çekdar ên Beis bi palpiştiya tank û top û firokeyên şer û du buldozerên mezin êrîşeke berbelav kirin ser devera Sindya, bo destbiserdagirtina navçeyê û rûxandin û wêrankirina gundan û dûrxistina metirsiyên Hêzên Pêşmerge, ku guşareke zêde li ser hêzên hikûmetê hebû, bûbûn mayeya tirs û dilerzîna zêde. Êrîş di çend mihweran de hat encamdan ji wan: mihwerê gundên Xwakê û Lêvo û mihwerê gundên Navkendala, Zêwkê, Mêrgesora û mihwerê gundê Serê Sîlavkê.
Gava nûçeya êrîşa hikûmetê bo ser deverê gihîşt serkirdayetiya şoreşê li Badînan, destbercê bo berperçdan û têkşikandina êrîşa hêzên hikûmetê, hêzeke Pêşmerge ya amade hat şandin bo deverê ku pêkhatibûn ji hêzên ser bi lijneya navçeya Dihokê bi fermandeyiya Elî Qadir û rêkxistina Rêncberên Partiya Demokrat a Kurdistanê bi fermandeyiya Mihemed Murad û hêzeke Partiya Komunîst a Iraqê. Hêzên Pêşmerge li wan cihên ku bo wan hatibû diyarkirin, cîgir bûn û çavdêriya rewşê dikirin, dîtin hêzên hikûmetê li wan cihên ku pê digihîştin, destê xwe ji tiştekî nediparast, li gundên Lêvo û Mêrgesora û Zêwkê û Serê Sîlavka û Navkendala agir berdan xaniyên gund û dest bi wêrankarî û kawilkarî kirin, hêza Pêşmerge ku bi ti şêwazekê di rûyê hejmar û çekan de ligel hêza mezin û zebeleh a tijî çek û teqemenî û tank û top û firokeyên Iraqê nehatibû berawirdkirin, berengariya wan bûn û şerê germ dest pê kir.
Nişteciyên wan gundan ên ku ketibûn ber şalawe êrîşa Artêşa Iraqê, ji ber rûxandin û topbarankirin û bombebarana hêzên hikûmetê, bo parastina giyanê xwe, gundên xwe çol kirin. Êrîşên hikûmetê li erd û asman berdewamî hebû, Hêzên Pêşmerge bi hemû şiyana xwe bi wê çekê sivik a destê xwe û teqemeniya ku pê re bû berdewam destê xwe pê ve digirt heta jê nebirrê, herwiha birçîtî û tîbûn û bê xwarin û xorak li temamiya mihwerên şer ber singê xwe girtibûn û rûbirûyê wan bûn, berdewamiya xweragiriya Hêzên Pêşmerge wek berbesteke bihêz rewşa şer guhert ji bergiriyê bo êrîşbirin piştî ku hêzeke Pêşmerge ya rêkxistina Cotyaran bo piştgiriya gihîştin bereya şer, êrîşa pêçewane bo ser pêşrewiyên hêzên hikûmetê dest pê kirin û tengî bi wan hilçandin.
Êrîşên Pêşmerge heta demjimêr sêyê êvarê li gundên Lêvo û Zêwkê û Mêrgesora berdewam bûn û karîn guşareke zêde bixin ser hêzên hikûmetê, heta ji her sê gundan derxistin û dûvçûna wan kirin heta ser rêya sereke ya Zaxo – Batîfa. Encama vê êrîşa hikûmetê bo ser devera Sindya, bi şikesteke mezin a hêzên serbazî û çekdar ên wan bi dawî hat, tevî kuştar û birîndarekî zêde û bi dîlgirtina sê caşan. Ziyanên Pêşmerge jî pêkhatibûn ji şehîdbûna yek Pêşmerge û birîndarbûna yekî din, tevî şewitandin û wêranbûna rez û baxên welatiyan di encama topbarankirin û bombebarana çirr a firokeyên şer).
Piştî bidawîhatina şer Mesûd Barzanî rêberê bizava rizgarîxwaz a Kurd, vexwendina berpirsiyarê rêkxistina Rêncberan û kadroyê rêkxistina Mihemed Murad û Ebdullezîz Îsmaîl kir bo navçeya Nêrwe û Rêkan, sipas û pêzanînên xwe araste kirin bi boneya xweragirî û serkeftina wan di têkşikandina êrîşa artêş û hêzên çekdar ên Iraqê, herwiha diyarîyek jê re bexşîn ku pêkhatibû ji çekeke cureyê reşaş (B.K.C).
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaz a Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (çapxaneya Roksana- 2021).
2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, (çapxaneya Kurdistanê – Zaxo- 2007).





