Piştî girêdana Kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê di sala 1979an de, rêxistina Pêşmerge di çarçoveya lîjneya navçe û rêxistinan de hat dariştin (Murad, 2007, 157), paşê ji bo firehkirina çalakiyan û gihandina dengê şoreşê bi hemû cihan, Pêşmerge pol bi pol ber bi deverên Kurdistanê ve hatin şandin (Barzanî, 2021, 14), her di heman kongreyê de biryara berdewamkirina xebata çekdarî bi şêweyê partîzanî hat dayîn.
Rêxistina Şehîd Şehîaz Salih hat şandin bo devera Berwariya jorîn, ji bo ku di vê deverê de çalakiyan pêk bîne û rêxistinê geş bike, diyar e beşek ji karê rêxistin û lîjneya navçeyê encamdana çalakiyên pêşmergane bû ku xwe di êrîşkirina ser rebaya û binke û dezgehên rejîma Be's de didît. Ji songa wê erka giring a ku peywendîdar bû bi çalakiyên Pêşmergeyê, rêxistina navborî rêzên xwe rêxist û plana encamdana çalakiyên xwe darişt, ew jî êrîşkirina ser binkeyeke serbazî ya rejîma Be's bû li sînorê deverê, ji bo cîbicîkirina planê, rebaya Girê Îsfkayê destnîşan kirin ku li hember gundê Gere Gohê bû li devera Berwariya jorîn, heta derbeyekê li hêzên hikûmetê bidin û hêz û bazûyê şoreşa Kurdistanê bi wan bidin naskirin û berjewendiyên wan bixin metirsiyê.
Şeveke çiriya paşîn a sala 1981ê ku hêza Pêşmerge ya rêxistina navborî hemû zanyariyên xwe kom kirin, dema wê hat planên xwe cîbicî bikin. Hêz ji 20 Pêşmergeyan pêk hatibû, çekên giran yek (RPG) û topa (57 mm) bû li paş wekî hêza piştgiriyê ji bo parastin û mijûlkirina rebayên derdorê heta çalakî bi serkeftî bi dawî bibe, her ku amadekarî temam bûn, bi planeke xurt hêza Pêşmerge xwe nêzîkî rebayê kirin û bi jêhatîbûnê êrîş kirin ser û bi (RPG) û çekên sivik rewşek anîn holê, serê serbazên nav rebayê şêwand, xwe xizandin nav kun û kelên rebayê û di maweke kurt de destê xwe danîn ser. Hejmarek serbaz hatin kuştin û hemû ew çek û kelûpelên serbazî yên tê de bûn destê xwe danîn ser, ku ji 9 perçe çekên sivik û 10 sindoqên fîşekan û hawaneke (60 mm) û hejmareke zêde ya narincokên destî û kelûpelên din ên serbazî pêk dihat.
Piştî ku Pêşmergeyan planên xwe cîbicî kirin û tiştê giring bû encam dan, xwe kom kirin û vekişiyan, lê gava hikûmet ji bûyerê agahdar bû, wekî pîşeya hemû caran, dever û rêya vegera Pêşmerge bo deverên azadkirî topbaran kir, lê Pêşmergeyan bê ziyan jê derketin, her du roj piştî girtina rebaya navborî, ji bo berdewamkirina çalakiyan her heman hêza Pêşmerge bi çekên dûravêj ên doşka û hawanan êrîş kirin ser fewca serbazî ya Çeqela û rebayên derdora wê, ji bo maweke diyar topbarana xalên serbazî kirin, karîn ziyanên zêde bigihînin wan di kuştin û birîndarkirina serbazên artêşa rejîma Be's.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).
2- Mihemed Murad, Xebata çiya bîranîn û serhatiyên şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, (Çapxaneya Kurdistanê- Zaxo- 2007).
3- Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Kongre û Konferans (Bername û rêziknameya navxweyî), berga yekem, çapa yekem, (Çapxaneya Rojhilat- 2021).





