Piştî şikestina Şoreşa Eylûlê Pêşmerge û serkirdeyên serbazî yên şoreşê koçberî welatê Îranê bûn, lê ev qet bi wateya dawiya xebata ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê nebû û careke din ji koçberiyê ve dest bi amadekariyên serhildana şoreşê hat kirin. Di tebaxa 1979 de hêza Pêşmerge bi mebesta çalakirina rêxistinên partiyê vegeriyan Badînan. Di vegera xwe de erka wan gerîna li nav gund û gundikan bû ji bo vejandina rêxistina نهێنى (veşartî) û encamdana çalakiyên Pêşmergane(1), wekî ku diyar e di wê heyamê de hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partiyê de wekî liq û navçe û rêxistin, hatibû rêxistinkirin(2).
Di meha gulanê ya 1981 de hêzeke Pêşmerge ya her du rêxistinên Şehîd Şehbaz Salih û Şehîd Mehmûd Yûsif ku ser bi Lijneya Navçeya Zaxo ve bûn, di gerokekê de (cûle) li gundên navçeya Batîfa ji bo encamdana çend erkên şoreşê, di 25ê mehê de gihîştin gundê Minînê, ku şev li ser wan hat, beşek ji hêza Pêşmerge ber bi gundê Xêzava çûn bi mebesta kirîna xurek û pêdiviyên rojane. Ew gund nêzîkî çavdêriya hêzên serbazî yên rejîma Beis bû, lewma hêza Pêşmerge gelek bi hişyarî dabeşî ser sê desteyan bûn, heta ku bikarin parêzgarî li xwe bikin eger hêza serbazî ya rejîmê rastî wan were. Ji bo vê yekê desteyek ji bo cihê bi navê Çemê Cehûr û desteya duyem ji bo cihê din bi navê Feramok û desteya sêyem ji bo dikanê gund ji bo kirîna kelûpel û pêdiviyan çûn, Pêşmergên desteya sêyem li derdora dikanê belav bûn û hinek jî mijûlî kirîna tiştan bûn(3).
Di vê kêliyê de dîtin ku derdora wan ji aliyê hêzeke serbazî ya artêşa Iraqê ve hatiye girtin, lewma tenê karîn hevûdu ji rewşê agahdar bikin û zêde derbas nebû serbazên artêşa Iraqê Pêşmerge dan ber guleyan û şerekî dijwar di navbera wan de qewimî. Serbazan êrîşî Pêşmergeyên ku di dikanê de dorpêçkirî bûn kirin, nêzîkî çar heta pênc serbaz ketin ber sêra lûleya tifengên Pêşmerge û hemû hatin pêkanîn û ketin xwarê, ligel teqeya serbazan, agir bi xaniyên welatiyan ket. Diyar e pêkanîna wan serbazên ku êrîşî dikanê kirin derfet da Pêşmergeyan ku xwe kom bikin û bergiriyeke bihêz bikin, lê di vê demê de hemû ew hêza ku gund dorpêç kiribû êrîşî Pêşmergeyan kirin. Hevdem hêza din a serbazî ya ser bi Lîwaya Batîfa û Deşta Çiyê ve ber bi cihê bûyerê ve ji bo piştgirî û alîkariya hêza xwe hatin.
Dema hêza Pêşmerge rewşê bi vî awayî dît ku hêzeke mezin a serbazan li gund hene û hêzeke din jî bi hawara wan ve tên, bîra wan li wê hat ku dorpêçê bişkînin û xwe rizgar bikin. Di vê demê de bi serbanê malan û di kolanên gund de xwe derbas kirin û gihîştin hevalên xwe yên din ku berê li du cihan cîgir bûbûn. Dûre hemû bi hev re xwe rizgar kirin û bêyî ziyan vegeriyan cihên xwe(4).
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
2- Mihemed Murad: Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.
3- Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.





