Şewket Nejat Umer di sala 1977an de li gundê Dêzo yê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1995an bûye Pêşmerge. Sala 1997an şehîd bûye.
Şehîd Şewket Nejat Umer Dêzoyî sala 1977an li gundê Dêzo ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Selît bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Sala 1987an awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Ûrmiyê rûniştî bûye. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Kurdistanê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li komelgeha Behirke rûniştî bûye.

Sala 1995an peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di rêkxistina Mizûrî de kar kiriye. Di heman salê de bûye Pêşmerge di fewca 2yê ya lîwaya 103yê ya Artêşa Barzan. Beşdarî çendîn şeran bûye.

 Sala 1997an li devera Mizûrî Bala di dema êrîşa PKKê bo ser Hêzên Pêşmerge de şehîd bûye û li goristana gundê Sêlkê ya li devera Mizûrî Bala bi xakê hatiye spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.