Jînenîgarî

Şehîd Abas Mihemed Beg Asê, sala 1961ê li gundê Asê li devera Berwarî Bala ser bi nahiyeya Kanî Masê ji dayik bûye, Şehîd her ji temenê zarokîniya xwe bê behr dibe ji dilovaniya bavê xwe, dema jiyê Şehîd Abas Beg Asê 10 sal bû bavê wî wexera dawiyê dike û diçe ber dilovaniya Xwedê, dayika wî bi hemû hêz û şiyanên xwe mîna bavekî zarokên xwe perwerde dike, Şehîd sala 1977ê xêzanî pêk tîne lê ji ber çend egereyên siyasî li ser daxwaza Şehîdê serkirde Seyid Salih Çemseyidî sala 1983ê bi xêzan ve hatine bajarê Duhokê, roja 26ê Adara 1991ê li gundê Qesara tê şehîdkirin.

Xebatname

Şehîdê welatparêz kesekî jêhatî û daxwazkirî bû ji aliyê rêjîm û emna Beis ve, ji ber ku kesekî Kurdperwer û Pêşmergeyekî azad û çalak bûye, her dîsan hêjayî gotinê bêjin Şehîd bi karê نهێنی (veşartî) jî radibû wekî derman û pêdiviyên nojdariyê bi نهێنی (veşartî) ji bo Pêşmergeyan vediguhestin bi taybet ji bo rêxistina Şehîd Mela Remezan Qumrî ji bo aliyê devera Zaxo.

Di serhildana pîroz de Şehîd rolekî girîng û berçav hebûye di çeperê berevanîkirinê de, Şehîd kesê yekê bû ku alayê zer biriye emna Duhokê ve û serbanê şeqên emnê bilind kirî, her dîsan kûgeha çekî û dergehê wê şikandî lewma Pêşmergeyan hemûyan gotê berî me hemûyan dê çîye jûr û çekî bi xwe înî, lewma Şehîd Mela Remezan Qumrî li Qesara diçite destê wî û pê ve maçî dike û dibêjîtê te zelamînî û qaremaniya xwe pîroz bin rastî tu hêjayî navê xweyî Abas Beg.

Abas Mihemed Beg li 26ê Adara 1991ê dema ramalîna hikûmeta Beis li bajarê Duhokê digel yek ji heval û hevçeperê xwe Şehîd Xelîl Şerîf Ravînî li gundê Qesara tên şehîdkirin.

Çavkanî:

Arşîvî Desteya Ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.