Jiyanname

Awat Elî Mihemed Ezîz naskirî bi Awat Zelmî, sala 1955an li gundê Zelmê ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û qonaxa xwendina seretayî li Zelmê temam kiriye, bo xwendina qonaxa navendî rû kiriye nahiyeya Xurmalê, Awat Zelmî li gel malbata xwe di piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûne û li Xurem Awaya ser bi parêzgeha Kerec niştecih bûne, sala 1981ê Şehîd bûye.

Xebatname

Şehîd Awat Zelmî, sala 1980yî bûye Pêşmerge li betalyona Yûsif Zelmî ku ser bi Hêza Surênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di wê demê de Mela Umerê Banî Binok fermandeyê hêzê bûye, Awat Zelmî bûye helgirê cîhazê lasirkî (BRC7) yê betalyonê, beşdariya sala 1980yî şerê Dalan û Şîremeř û sala 1981ê şerê çiyayê Şeram û şerê Rezele û Parezan kirine, di şerê Şîremeř de di sala 1980yî de di encama topbarana rejîma Beis bo ser sengerên Pêşmerge saçmeya topêk ber bi milê çepê ketiye û birîndar bûye.

Sala 1981ê pileya fermandeyê kertê du yê betalyonê wergirtiye, di 16ê Îlona 1981ê de di şerê Rezele û Parezan li nêzîkî nahiyeya Nalparêz a ser bi qezaya Pêncwên, ku rûbirûyê êrîşa partiyeke bi kirêgirtiya Kurd bi hemahengiya Artêşa rejîma Beis bo ser sengerê Hêza Pêşmerge bû, Awat Zelmî fîşek ber ketiye û Şehîd bûye, herwiha li gel wî çend hevsengerên wî bi navên Umer Sabir Seîd, Ezîz Hêlampeyî, Fazil Heme Kerîm Rehman, Ebdulrehman Beşaretî, Heme Şerîf Fettah, Ebûbekir Ebdulla Heme Seîd û Namîq di wê sengerê de Şehîd bûne.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.