Çalakiyên partîzaniyên Pêşmerge tenê di çend şêwazên wek lêdana rebayê û danîna boseyan û karên bi vî rengî de nemabûn, belkî her şêwazekî ku Pêşmerge jê re dibû di daxistina nav bajêr û belavkirina posteran û firehkirina rêxistinê û lêdan û jinavbirin û bi armancgirtina kesên napak û karker û karmendên dezgehên emnî ku berdewam rûniştvanên bajar û gundên Kurdistanê aciz dikirin bi kiryarên nebaş û azar-dana rûniştvanên cihê .... hwd dest jê bernedidan.
Ewê em dixwazin di van çend rêzên nivîsê de li ser biaxivin bi armancgirtina karmendekî fermangeha emnî ya nav bajarokê Sîdekanê yê devera Bradostê ye li ser destê polek Pêşmergeyên azad û canfîda, ku yek ji Pêşmergeyên beşdarbûyê çalakiyê bi navê Ebdulrehman Hacî ji me re vegot: Di payîza 1978an de di rêxistinên nihênî yên nav bajarok de nûçe gihîşt Hêzên Pêşmerge, ku yek ji karmendên fermangeha emnî ya Sîdekanê maweyek e bê guhdan bi bingeh û bahayên ayînî û civakî, diçe ser kaniya jinan û çavdêriya wan dike û xwe li wan nêzîk dike, paşê bo meramên bedrewştî bin yan hewalgirî û her tiştekî din, ew bi ti awayî ligel dab û nerît û bingehên ayînî û bahayên civakî nagunce, lewma dengê nerazîbûna rûniştvanan bilind bû çimkî ew cure kaniyan taybet bûn bi jinan bo anîna avê û cîbicîkirina pêdiviyên malê û nimêjkirinê û... hwd, bo ti mêrekî nebû ku li wan cure kaniyan nêzîk bibe, lê dam û dezgehên rejîma Beis ti nirxê wan yasayên civakî nizanibûn belkî her tim bi tengê çespandina siyaseta serkutkariyê ve bûn.
Gava ku nûçe gihîşt Hêzên Pêşmerge ku diyardeyeke bi vî rengî heye, destpêbêj mefrezeyek pêk anîn bi fermandariya serkirdê serbazî Hemîd Efendî, karîn di maweyekî kurt de bi dizî xwe bigihînin nav bajarokê Sîdekanê, berî dema hatina karmendê emnê li nêzîk kaniyê xwe veşartin û çaverêyî hatina wî bûn, piştî maweyekê seyr kirin wek rojên berê tarîmayiyên wî diyar bûn hêdî hêdî xwe dixwand lîwarên kaniyê, lê vê carê cuda ji carên berê bê ageh bû ji wê ku êdî nikare merama xwe destber bike û bi lingên xwe vegere molgehê, di çavtirkandinekê de sê kes piling-asa bo rawkirinê derperîn û pelamara wî dan û dest û dev û çav û lingên wî girêdan, bê paşxistin ber bi serkirdatiya şoreşê gelek bi hişyarî ji bajêr derketin û gihandin cihê mebest.
Piştî maweyekê mayîna wî li baregeha Pêşmerge û encamdana lêkolînê ligel wî biryara kuştina wî hat dayîn û hat jinavbirin, her çendê hikûmeta Beis hat ser xetê bo azadkirina wî lê serkirdatiya şoreşê guhê xwe nedayê û radest nekir, hikûmetê jî di tola wê de yek ji kesên nêzîkî fermandeyê Pêşmerge Hemîd Efendî girt û cihê wî winda kir.
Çavkanî:Dîdar ligel Ebdulrehman Hacî, xelkê Balekayetiyê, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê çalakiyê, Soran. 2ê sibata 2026an.





