Şehîd Celal Mewlûd Ebdulla, sala 1943 li gundê Telexêmê yê mezin ser bi nahiyeya Gûyêrê ya qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Zewicî bûye û xwediyê pênc kur û du keçan bûye.

Celal Mewlûd, sala 1981 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye, li rêkxistina Qereçoxê ya ser bi lîqa 2yê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1985 beşdarî şerê Tirpesiyan û Çiyayê Qereçoxê û çalakiyên partîzanî li nav bajarê Hewlêrê û Koyê û Gûyêr û Mexmûrê kiriye.

Di 3yê Hezîrana 1987an de li Ereb Kendê ya binarê Çiyayê Qereçoxê ligel çend hevsengerên xwe ketine nav kemîneke Artêşa Iraqê û Şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.