Şehîd Cewher Xidir Qadir Mawilî sala 1973an li gundê Mawiliyan, li Dola Menjelî ya sînorê qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwendewar bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye. Sala 1974an li gel malbata xwe awareyî Îranê bûye
Sala 1992an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û heman salê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û li fevca Şehîd Mistefa Sofî Elî li seriya Şehîd Eyûb Mawilî bûye Pêşmerge.
Sala 1995an li fevca yekê ya Mawiliyan bi fermandariya Şehîd Sabir Mawilî dibe Pêşmerge û beşdariya şerên Korêk û Sertîz û Rewandiz û Mawiliyan kiriye. Di roja 10ê Çiriya Paşîn a 1997an de li çiyayê Dirêbî li sînorê nahiyeya Wertê ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin, li goristana gundê Mawiliyan tê veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




