Niyaza xerab a Beasiyan piştî derbeya 8ê sibata 1963an li hemberî gelê Kurd ji wê demê dest pê kir dema ku ketin pêkanîna rêxistina herî bi navûdeng a çekdarî ya Beasî di dîroka welatê Îraqê de, ew jî rêxistina (Heres Qewmî) bû, piştî gihîştina danûstandinan bi encamekê, zêde dem derbas nebû bi rêya wê rêxistinê maskeyên li ser rûyê xwe rakirin û bi eşkere li beramberî rojnamevanan îlana şer kirin û bi xwe-bilindî ragihandin ku Artêşa Iraqê xwe ji bo seyranekê li bakurê delal amade kiriye, ew bû ku ketin canê xelkê bêtawan ê Kurdistanê. Ew bû di 10ê hezîrana 1963an de encûmena niştimanî ya hikumran li Îraqê biryar da, Hewlêr û Silêmanî û Mûsil û Kerkûk wekî navçeya serbazî bên hejmartin û bibin qada proseya serbazî.

Hikumetê mebesta wê bû giranîya êrîşê bixe ser bereyeke diyarkirî, di bereyên din de jî xwe bi şerê hêsan û perçe-perçe mijûl bike, di nav hemû bereyên şer de bereya Akrê – Pîres hilbijart, mebesta wê ji vî karî ew bû bigihîje Barzan, erka vî karî bi du firqeyên artêşê spart, firqeya yek bi serkirdatiya emîd rukn Ebdulkerîm Ferhan û firqeya du bi serkirdatiya emîd rukn Îbrahîm Feysel Ensarî ji bo bereya Mêrgesor, cîbicîkirina planê rasterast di bin çavdêriya wazîrê berevaniyê Salih Mehdî Emiş û serokê erkana artêşê Tahir Yehya de bû, hemû evan wisa bawer dikirin ku dagirkirina Barzan ji navbirina şoreşa wan ji bo wan misoger dike.

Di 15ê hezîrana 1963an de hêzên firqeya yek bi palpiştiya 5000 caşan êrîş anîn ser çiyayê Serê Akrê, piştî şerekî gelek zehmet û bergiriyeke dijwar Artêşa Iraqê karî dest bi ser vî cihê stratejîk de bigire, piştî ku artêşê 69 kuştî û 122 birîndar di şer de hiştin, di rêza caşan de jî 23 kuştî û 37 birîndar hebûn, piştî wê Artêşa Iraqê amadekarî kir ku çiyayê Pîres dagir bike.

Li gel gihîştina nûçeya şerê Pîres bi serkirdê şoreşê Mela Mistefa Barzanî, xwe amade dike ji bo ku vegere navçeya şer, berê biryar bû biçe navçeya Bradost. Li cihê xwe her yek ji eqîd Ebdulkafî Nebewî wekî berpirsê bereya Spîlik û Ebdulla Axa yê Pşderî jî wekî alîkar destnîşan dike, fermanê didin wan bereya Spîlik bikin xeta parastinê, hikumetê wisa danabû ji wê bereyê, ber bi Mêrgesor biçe. Di şeva 18 li ser 19ê hezîranê de Mela Mistefa Barzanî diçe serê gundê Seftiyê ku dikeve aliyê bakurê dawêna çiyayê Pîres, ev cih ji aliyê hikumeta Îraqê ve hatibû destnîşankirin, lewma çar balafirên (Hoker Henter) bombebaranekî zehmet kirin, di encamê de silamet dibin, Barzanî di wê kêliyê de Mela Şinî yê serkirdê bereya şer û alîkarên wî bang dike ji bo gotûbêj û danîna plana parastinê, biryar tê dayîn Pêşmerge sengerên xwe xurt bike ji bo parastina lûtkeya çiyayê Pîres, her bi fermana Barzanî hêzek bi fermandeyiya Umer Axa yê Dolemerî diçe bo navçeya Şûş li rojavayê çiyayê Akrê ji bo lêdana dijmin ji paş ve, herwiha bi heman şêweyî hêzek jî bi fermandeyiya Hadî Hisko biçe serê Sada li jor geliyê Zente ji bo lêdana dijmin ji rojhilat ve, di heman demê de Barzanî ferman ji bo eqîd Ebdulkafî Nebewî derxist ji bo xurtkirina Spîlik û tundkirina zextê li ser lîwaya sê li navçeya Xelîfan ku wê demê ji aliyê Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin.

Di 25ê hezîrana 1963an de Artêşa Iraqê bi hevaltiya 10000 caşan û bi palpiştiya du ketîbeyên topavêj û çar polên firokeyên cureyê (Mîg û Fîorî Hoker Henter)ê, êrîşeke zehmet bo ser çiyayê Pîres dest pê kirin, bordûman bi şêweyekî bû wekî ku hemû çiya agir girtibe. Di wî şerî de Pêşmerge bi çekên gelek sade û teqemeniyên kêm, heta topan jî gulleyên pêwîst nebûn. Evê yekê wisa kiribû serkirdê şoreşê Mela Mistefa Barzanî her tim tekez li ser wê bike di dema rûbirûbûnê de dest bi wê temeniyê kêm bigirin ku di ber destê wan de ye ji bo ku biheder neçe, di demekê de çekên wan zêdetir çekên sivik bûn ku pêk dihatin ji çekên (Îngilîzî kurt, Darjo, Birno, Reşaş Birno, Topa 60 mm), di demekê de ew şiyana lojîstî ya mezin a ku hêzên hikumetê di ber destê wan de bû qet nehatibû berawirdkirin. Di aliyê xwarina Pêşmerge wekî ku Pêşmergeyekî wê demê ku karê gihandina xwarin û pêdiviyên Pêşmerge bû, amaje bi wê dike ku xelkê deverê di nav xwe de xwarin ji bo Pêşmerge kom dikirin û bi piranî ji nanê hişk, keşk, nîsk û sawar... hwd pêk dihat.

Şer li çiyayê Pîres berdewam bû piştî ku şoreşgeran ziyaneke mezin gihandin hêzên hikumetê, di 28ê hezîranê de hikumetê karî çiya dagir bike, girtina çiya piştî wê hat ku fermandeyê bereya çiyayê Pîres Mela Şinî Bêdarûnî ku yek bû ji hevalên Mela Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, di piştî çendîn şerên parastinê li çiya bi sedema topbarana zehmet a hikumetê, di êvara roja pêncşemê 27ê hezîranê li ser lûtkeya aliyê çepê yê çiya li gel pênc Pêşmergeyên din Şehîd bûn. Bombebarankirina Artêşa Iraqê pantahiyeke fireh girtibû, navçeya Nizar li dawêna çiyayê Pîres ji bakur ve, Beroj li dawêna çiyayê Şirîn ji başûr ve tûşî bombebaranekî zehmet û nîşanlêgirtî ya asmanî hatibûn, bi şêweyekî bû kesên sivîl gelek zêdetir birîndar bûn ji hêzên Pêşmerge, dema êrîş bo ser Pîres dest pê kir, êrîşek bo navçeya Şûş û Şermen ku Umer Axa yê Dolemerî fermande bû, hêza êrîşber bi xerabî têk çû û çendîn laşên kuştiyên xwe li paş xwe hiştibû, eger birîndarbûna Umer Axa nebûya dibû fermandeyê hêza hikumetê eqîd rukn Seeb Herdan bi dîl hatibû girtin, piştî birîndarbûna navbûrî ji bereya şer dûr ket, li cihê wî Hurmiz Melek Çeko bibû cîgir. Li gorî brûskeke artêşê ku di 28ê hezîranê ji bo cehfelê lîwaya 1ê ya firqeya 1ê şandiye, dan bi kuştina 27 kesan û birîndarbûna 51 kesan dane.

Şayanê gotinê ye di wan bergiriyên zehmet ên ku Pêşmerge kirin di navbera şerê Pîres û şerên din ên ku li pey hatin, çendîn Pêşmerge Şehîd û birîndar bûn, ji wan Dîn Kanîelincî, Xan Bêdarûnî, Halkê Dolemerî, Hisên Mihemed Axa Mêrgesorî, Ehmed Reşaşçî, Şît Serkêrî, Seîd Şêrwanî û çendînên din Şehîd bûn.

Çavkanî:

1- Mamxan Şêrawanî, Barzan û reçeleqa Barzaniyan, bê cihê çapê, 1995, r. 105.

2- Merwan Salih El-Me'rûf, Mistefa Barzanî zeîm el-hereket el-tehrîriye el-kurdîye, çapxaneya Hac Haşim, Hewlêr, 2018, r. 118.

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, çapxaney wezaretî perwerde, 2004, r. 125.

4- Şekîb Eqrawî, Senewat el-Miḥne fî Kurdistan, Mudîrîyet Metbeʿet el-Seqafe, Hewlêr, 2007, r. 128.

5- Arşîvî destey înskilopîdyay Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

6- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane le mêjûy şorşî Eylûl, çapî duwem, nûsîngey tefsîr, Hewlêr, 2006, r. 165; Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran be dway dadperwerîda, bergî yekem, bê şwênî çap, 2021, r. 296.