Piştî paşvekişandina hikûmeta Îraqê ji rêkeftina 11ê Adara 1970yî û destpêkirina şer di Tebaxa 1974an de, artêşa Îraqê karî bi planeke serkeftî ya şerî li Çiyayê Korêk tankên xwe bikişîne xwarê ser rêya Bêxal bi hêzeke mezin a tijî çekên pêşketî yên giran û sivik stratejiya şer biguherîne (Xoşnav, 2022, 202), Pêşmerge neçar bû Çiyayê Gorêz bicîh bihêle û vekişe piştî Diyana û ji aliyê Rewandizê ve jî quntara Çiyayê Korêk bicîh bihêlin vekişin bo Binekawil û Berzêwe, hêleke berevaniyê hat danîn li Dola Akoyan û Çiyayê Hendirên û Çiyayê Zozik û Gerûyê Umeraxa.

      Artêşa Îraqê ku di êrîşa ser Gerûyê Umeraxa de di 3yê Îlona 1974an de şikesteke ewqas mezin xwaribû, ziyaneke mezin a canî û madî dîtibû neçarî paşvekişandinê bûbû bo gundê Badliyan, lewma li dû rêyeke din digeriya ji bo veşartina şikestê û dagîrkirina cihên din ên stratejîk ji bo ku desthilata xwe bisepîne ser tevahiya navçeyê. Ji bo vê jî li gorî wan zanyariyên ku bi destê serkirdeyên wan ên leşkerî ketibû ku li ser Çiyayê Zozik Hêzên Pêşmergeyên zêde lê nînin ev wek derfet dîtibûn, ku batalyonek ji tîpa (8) terxan kiribûn di rêkeftina 20ê Îlona 1974an de karîn çend sengerên Hêzên Pêşmerge dagîr bikin li Çiyayê Zozik.

      Lê Hêzên Pêşmerge li hember êrîşkarên artêşa Îraqê ne tenê destewestan nema, belkî gelek bi tundî bersiv da û êrîşa berevajî bir ser wan cihên ku artêşa Îraqê desteser kiribûn bi hevkariya topxaneya şoreşê karîn Çiyayê Zozik ji nû ve bigirin.

      Di dîmenekê de yek ji Pêşmergeyên beşdarbûyî yên wî şerê Çiyayê Zozik bi navê Gorgîs Yelda Terxan, vedigêre û dibêje: (Di berbanga sibehê de me dît ku çekdarên kirêgirtî (cahş) û leşkerên artêşa Îraqê nêzî me bûne ku ji Diyana êrîş anîbûn ser sengerên Pêşmerge, em dan ber guleyan û çend Pêşmergeyên me birîndar bûn, rebayek li serê me hebû ku xaleke gelek girîng û stratejîk bû desteser kiribûn, berpirsê me bi navê (Hacî Bêroxî) ku fermandeyê wî mihwerê şer bû biryar da bi encamdana êrîşa berevajî û girtina wê xala ku ketibû destê Artêşa Îraqê bi zûtirîn dem, piştî ku Pêşmerge bi piştgiriya doşkeyeke ji çekên giran ji hêzên piştevanî êrîşa berevajî me encam da û me êrîş bir ser sengerên dagîrkirî, piştî şerekî germ me karî cihê xwe ji nû ve bigirin û serkeftinê bi dest bixin. Dijmin xwe li hember hemleya Pêşmerge negirt û paşvekişiya bo bingehên xwe li Diyana, di vî şerî de qurbaniyên me Şehîdek û birîndarek bûn lê dijmin şikesteke mezin û ziyaneke mezin dît, laşê sê leşker û efserekî ket destê Pêşmerge, eger ne ji ber hebûna berdan û kelên û taşa kevirên mezin bûya ku xwe li penahê vedişartin ziyanên gelek zêdetir dîtibûn).

      Lê tenê piştî hefteyekê careke din di rêkeftina 27-28ê Îlona 1974an de hêzeke artêşa Îraqê ku ji tîpa (5) piyade û batalyonek ji hêza (29) ya taybet (quwat xasa) bi piştgiriya ketîbeya tank êrîş kirin ser Çiyayê Zozik, diyar e Hêzên Pêşmerge di berevaniyeke bihêz de li gorî planeke rêkxistî ya rast û pêk a leşkerî rûbirûyê wan bûn bi hemû cure çekên ku di destê wan de bûn bersiva êrîşa artêşa Îraqê dan, karîn ziyaneke mezin bigihînin wan û piraniya efser û leşkerên vê batalyona artêşa Îraqê ji nav bibin, ku yek ji kuştiyan fermandeyê leq bû.

      Girîngiya dagîrkirina Çiyayê Zozik ji bo artêşa Îraqê mijareke ewqas stratejîk bû lewma serkirdeyên leşkerî sor bûn li ser dagîrkirina wê lewma zextên mezin xistin ser yekeyên leşkerî bi piyade û tank û zirêpoş û topxane û hêza asmanî, heta careke din êrîş bikin ser çiyê, ji bo vê jî careke din êrîşeke mezintir û tundtir dest pê kirin, lê vê carê karîn di rêkeftina 30yê Îlona 1974an de desteser bikin. Lê Hêzên Pêşmerge careke din xwe ji bo rûbirûbûn û êrîşa berevajî amade kir bi serkirdetiya û serperiştiya Mesûd Barzanî plan û nexşeyên xwe danîn ji bo êrîşa berevajî, di encama wê êrîşê de Hêzên Pêşmerge serkeftineke mezin bi dest xist û ziyaneke mezin gihandin artêşa Îraqê, ku pêk dihat ji têkbirina (5) tankan û kuştina (500) leşkeran ku laşên wan li qada şer de man.

      Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergeyê şoreşa Îlonê derbarê şerê Zozik ji me re axivî û got: (Helkefta erdnîgariya ser Çiyayê Zozik pêk hatiye ji du bilindahiyan, yek jê re dibêjin Kopî Stêre û ya din jî Kopî Bîre, nêzî (1-2 km) ji hev dûr in, navbera wan xakeke textayî û bê dar û bê berdan e, ji bo demekê Hêzên Pêşmerge li Kopî Stêre bûn, artêşa Îraqê jî li Kopî Bîre, li hember hev senger girtibûn, ji bo derxistina hêza Îraqê ji Kopî Bîre hêzeke Pêşmerge rojekê hemleyek kir û bi roja ronahî êrîş birin ser wê bilindahiya Kopî Bîre, lê nekarîn serkeftinê bi dest bixin di girtina bilindahiyê de, bi sedema bihêziya berevaniya artêşa Îraqê ku şerekî dijwar kir û ziyaneke mezin gihand Hêzên Pêşmerge ku pêk dihat ji Şehîd bûna (17) Pêşmerge û hejmarek birîndar).      

      Diyar e stratejiya girtina çiyayê Zozikê ji bo Artêşa Iraqê bi vî rengî bû ku piştî ew hemû şikest û ziyanên ku lê ketibûn, hêj amade nebûn dest jê berdin, ev bû ku di dîroka 3ê çiriya pêşîn a 1974an de careke din êrîş anîn ser çiya û karîn bi temamî dest deynin ser, di encama nehevsengiya di çek û teqemenî û hêzê de, Pêşmerge biryara paşekişeyê da û xetek din a berevaniyê li Geliya Bêşê û çiyayê Hesen Beg û Serê Berdê danî, ji bo ku rê nedin artêşa dijmin zêdetir werin pêş û nêzîkî serkirdatiya şoreşê bibin.

      Her çend welatê Îranê bi ketîbeyeke topavêj a mezinahiya (130) mm û du bataryayên mûşekên (Rapier) ên dijî balafiran piştgiriya şoreşê dikir ku di meha çiriya pêşîn a 1974an de gihîştin bereyên şer, lê tu bandoreke erênî û dilxweşker li ser bereyên şer çênebû, roleke bibandor di rawestandina pêşveçûnên Artêşa Iraqê û guhertina balansa hêzê de nedîtin, belkî berevajî wê cureyek ji sistî û xemsarî û piştrastnebûnê li bereyên şer ji aliyê Pêşmerge ve jê ket, hemû hêviya xwe xistin ser vê topavêjê ku ji vir û pê ve topbarana vê ketîbeya îranî dê bibe astengiyeke bihêz li ber êrîşkarî û hatina pêş û dagirkirina gav bi gava axa Kurdistanê, lê mixabin wisa derneket, ji ber ku topbaranên wan ne gelek hûr bûn û armancên xwe nedipêkan, belkî tu bandoreke wisa nebû ku di dema tengavî û pêwîstiyê de sûdeke wisa hebe ku jê dihat hêvîkirin.

      Diyar e hatina demsala zivistanê ji bo Artêşa Iraqê keşeke ne guncaw bû ku bikaribe zêdetir pêşve biçe û rûbirûyê hêza Pêşmerge bibe, hêza Pêşmerge jî her tim li dû derfet û helên guncaw digeriya ji bo ku derbeyên mezin lê bixe, ev bû ku di kanûna pêşîn a 1974an de çend êrîş kirin ser Artêşa Iraqê û di kanûna duyem a 1975an de êrîşî rebayan kir, karî nîvê çiyayê Zozikê ji destê wî derxîne û bigire.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd, bergê sêyem, beşa duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004, r158

2- Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawê Serbazîyê Şoreşa Îlonê 1970- 1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022, r220.

3- Arşîva Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, dîdar li gel Gorgîs Yelda Terxan, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê.

4- Dîdar li gel Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Soran 31ê kanûna yekem a 2022an.

5- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Binyanan û Heltekanin, 1961- 1975. Çapa çarem, 2021.