Nûrî Usman Mehmûd, nasraw bi Doktor Nûrî Usman Şingalî, sala 1967 li bajarê Bexda ji dayik bûye. Sala 1991 derçûyê koleja pizîşkî ya zanîngeha Mûsilê ye, xwedî malbat e û sê keç û du kurên wî hene, zimanên erebî û îngilîzî dizane.
XebatnameSala 1991 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1995 bûye berpirsiyarê beşa pizîşkî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1997 bûye rêveberê nivîsgeha berpirsiyarê desteya kargêriya Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 2001 şêwirmend bûye li serokatiya encumena Wazîran a Herêma Kurdistanê. Sala 2004, serokê dîwana serokatiya encumena Wazîran a Herêma Kurdistanê bûye. Sala 2014, berpirsiyarê fermangeha hemahengî û peyrewîkirinê li hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Sala 2015, (bi wekalet) berpirsiyarê desteya veberhênana hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2025ê ve serokê nivîsgeha serokê Herêma Kurdistanê ye û berdewam e.
Di 6ê Çiriya Paşîn a sala 2022 di Kongreya çardehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Duhokê ji aliyê endamên Kongre wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin.
Çavkanî:1- Arşîfa Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





