Şehîd Ehmedê Rîşe sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li Lîjneya Navçeyê ya Dûkan ser bi lîqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1987an beşdarî şerê Surdaş û destana Xwakurkê, girtina rebayên çiyayê Splîk û fewca Derbend Baseran û şerê partîzanî yê devera Dûkan û Koye û Baziyan û şerê Qeredax û şerê binkeya polîsên Koye kiriye, sala 1986an pileya berpirsiyarê mefreza ya Lîjneya Navçeyê ya Dûkan wergirtiye. 

Sala 1991an beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê û azadkirina bajarê Silêmanî, qezaya Dûkan, nahyeya Baziyan, qezaya Çemçemal û bajarê Kerkûkê kiriye. 

Di 20ê Adara 1991an de û di destpêka gihîştina Hêzên Pêşmerge bi derwazeya bajarê Kerkûkê, topxaneyên rejîma Beis bi çڕî topbarana derwazeya bajarê Kerkûkê kirine û Ehmedê Rîşe li goristana Hesîrekê ya destpêka bajar ber topbaranê ketiye û Şehîd bûne.  

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.