Şehîd Ekrem Celal, sala 1980 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di batalyona Şehîd Ebûbekir Banî Binokê ya ser bi Hêza Surênê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge.

Sala 1981ê beşdarî çalakiya partîzanî ya lêdana binkeya karebayê ya Seyîdsadiq û binkeya polîsên Xurmalê kiriye. 

Sala 1981ê Ekrem Balaberz û desteyek hevsengerên xwe plan danîne ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî, lewma ji çiyayê Surênê xwestine biçin gundê Şanêrê yê deşta Şarezûrê bi mebesta danîna kemînê ji bo caş û serbazên rejîma Be'is, lê li gundê Banî Binokê ketine kemîna serbazên rejîma Be'is û Ekrem Balaberz şehîd bûye, ji aliyê hevsengerên wî ve termê wî tê veguhastin bo xaka Îranê û li devera Siyanawê ya ser sînor bi xakê dane spartin. 

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.