Jînenîgarî

Elî Tehsîn Mihemedemîn Mehmûd Naskirî bi Elî Mela, sala 1952an li gundê Dereyê Merî yê ser bi nahyeya Biyare ji dayik bûye, niştecîyê nahyeya Xurmalê bûye û mijûlî kesebeta nav bazarê bûye, Elî Tehsîn xwediyê du xêzan bûye bi navên Hesîbe û Şine û xwediyê du kur û pênc keçan bûye bi navên Madîh, Umer, Bedîe, Rengîn, Mehabad, Şadan û Taban, sala 1987an Şehîd bûye.

Xebatname

Elî Tehsîn naskirî bi Elî Mela fermandeyê seriyekê bûye di hêzeke çekdarî ya ser bi rejîma Beis, sala 1984an ligel şeş çekdarên hevalên xwe bi navên Nejmedîn Cebar, Mamosta Fatîh, Erselan, Şivan û 18 çekên corê kalaşnîkof û 18 taqimên çar mexzenî birine û çûne welatê Îranê û li Derbendê Dizlî çavên wan bi Nadir Hewramî Fermandeyê hêza Hewraman ketiye û bûne Pêşmergeyê hêza Hewramana Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Elî Mela pileya serpelî wergirtiye û bûye amir mefrezeya partîzanî, di heman demê de li nav Xurmalê dayik û birayekî wî hatine girtin heta pereyê temamiya 18 çekan dane.

Elî Mela beşdarî lêdana karebayê Xurmalê, lêdana qelaya Xurmalê, şerê çiyayê Surên, şerê deşta Şarezûr, şerê gundê Banî Şar, şerê serbazgehên Mileqonere û Dolaw, şerê Ehmedawa kiriye.

Di 5ê tebaxa 1987an de li damênê çiyayê Surên û di şerê Ehmedawa de, Elî Mela di girtina sengerê Haneyê Qulî yê pişt Ehmedawa fîşek bi wî ketiye û Şehîd bûye, hewkat ligel wî di wî şerî de li sengerê Mileqonere her li pişt Ehmedawa, Serdarê Hacî Hisên Dereqeyserî û Şehîd Şêx Selam û çend hevsengerên din ên Şehîd bûne.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.