Di havîna sala 1963an de, Hikûmeta Iraqê bi planeke karesatbar şer li ser Kurdistanê ferz kir, pişta xwe da danûstandinên aştiyane û kampanyaya xwe ya ji bo wêrankirina bajarok û gundên Kurdistanê ji nû ve dest pê kir, bi taybetî li navçeyên di bin kontrola şoreşê de. Ev yek piştî wê hat ku Beasiyan bi derbeyeke leşkerî dest danîn ser desthilatê li Iraqê.

Piştî dagirkirina Koyê û pêkanîna komkujiyekê li dijî sivîlan li bajêr ku bi dehan kesên bêguneh bûn qurbanî bi fermanên (Teha Şukricî) fermandarê hêzên leşkerî yên Artêşa Iraqê li Koyê. Hêzên Pêşmerge neçar man ku vekişin ser Çiyayê Heybet Sultan da ku xetekê berevaniyê li ser çiya ava bikin. Li gorî fermanên ku gihîştin wan, hêzeke din a Pêşmerge ji baregeha Bêrorê ji bo bihêzkirina xeta berevaniyê derket, yek di bin fermandariya Faris Bawa de û ya din di bin çavdêriya Wesoyê Dizeyî de.

Hikûmeta Iraqê ji bo êrîşeke mezin li ser Çiyayê Heybet Sultan li derdora rojhilatê Koyê bi fermandariya Emîd Seîd Hemo fermandarê lîwaya pêncem a firqeya duyem amadekarî kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Umer Mistefa (Umer Debaba) ji aliyê hêzeke din a Pêşmerge ve bi fermandariya Ebdullah Beşderî dihatin piştgirîkirin, yên ku ji bo berevanîkirina navçeyê û parastina wê hatibûn erkdarkirin.

Di 25ê hezîrana 1963an de Artêşa Iraqê, bi piştgiriya hêzeke sîxuran (caş) û çend yekîneyên zirxî û tabûreke topavêj, êrîşî cihên Pêşmerge kir. Herwiha lêdanên asmanî rê ji bo êrîşê ji wan re xweş kir. Şerekî dijwar di navbera hêzên êrîşkar û berevankar ên Hêzên Pêşmerge de heta êvarê berdewam kir, ku di encamê de şikesteke mezin ji bo artêş û sîxuran çêbû û ziyanên giran dîtin û çend term li qada şer hiştin, di heman demê de kesek ji Hêzên Pêşmerge şehîd bû û sê kesên din birîndar bûn.

Piştî serkeftinê fermandarê vê eniya şer (Umer Mistefa Debaba) nameyek ji Barzanî fermandarê şoreşê û Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re şand û rewş û encamên şer û pêdiviya bi guleyan zelal kir.

     Piştî demekê, Artêşa Iraqê hêzên xwe ji nû ve rêxistin kir û dest bi amadekariya êrîşeke din kir, du tabûrên peyade yên din ji bo alîkariyê hatin, û bawer kir ku dikare careke din êrîşî cihên Pêşmerge bike. Lê vê carê êrîşên tund û giran li ser cihên Pêşmerge kirin, bi awayekî ku berevanîkirina li hember wan gelekî zehmet bû.

Kêmbûna zexîre û çek û alavên şer pirsgirêkeke din a Hêzên Pêşmerge bû, lewma wan tercîh kir ku vê xeta berevaniyê bihêlin û ber bi Bêtwate û Raniyeyê ve paşve vekişin. Lewma Artêşa Iraqê karî bi ser Çiyayê Heybet Sultan de biçe û dest deyne ser, bi destxistina çiya re hikûmetê êrîşkirina li ser navçeyê rawestand, piştre beşek ji hêzên ku di şer de beşdar bûbûn tevlî hêzên ku êrîşî navçeya Mêrgesorê kiribûn bûn.

Piştî bidawîbûna êrîşê û pêkanîna armanca Artêşa Iraqê, şer û êrîşên Artêşa Iraqê ji bo demekê aram bûn û navçeyê heta radeyekê aştiyeke bi xwe ve dît, ku ev yek derfeteke baş bû ji bo Hêzên Pêşmerge ku hêzên xwe ji nû ve rêxistin bikin. Têkoşîna şoreşgerî bi şêwazeke fedayî berdewam kir. Piştre biryar hat dayîn ku baregeh û navendên Hêzên Pêşmerge li çend gundên navçeyê bên avakirin. Çend gund ji bo vê armancê hatin terxankirin.

Çavkanî:
  • Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyî rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapî yekem 2004.

  • Îbrahîm Celal, Başûrî Kurdistan û şoreşî Eylûl binyadnan û heltekandin 1961-1975, çapî çwarem, 2021.

  • Xoşewî Elî Kanyelincî, bîreweryekanî Ezîz Qazî Sûrçî, çapxaneyî Danîşfer, Hewlêr, 2023.

  • Xurşîd Şêre, xebat û xwên, bîreweryekanî salanî xebatî pêşmergayetî, çapî sêyem, Hewlêr, 2015.

  • Seyîd Kake, bîreweryî pêşmergeyek, çapxaneyî wezaretyî roşenbîrî, çapî yekem, 1997.

  • Xazî Adil Gerdî, pêşmergeyek le xizmet rîbazî Barzanîda Hecî Bîroxî, bergî yekem çapî duwem, Tirkiye, 2021.