Şehîd Ezîm Ebdulkerîm Mihemed ku bi (Ezîmî Derwêş) tê naskirin, Pêşmergeyê Gulanê û Raperîna gelê Kurdistanê bû, di dema têkoşîna xwe ya di nava refên Pêşmerge de carekê birîndar bûye, sala 1991ê piştî ketina di kemîna hêzên Mûcahîdînê Xelq de nêzîkî qezaya Xaneqînê şehîd bûye, ew ji şehîdên gorên wan ne diyar in.
Şehîd Ezîm Ebdulkerîm Mihemed ku bi (Ezîmî Derwêş) tê naskirin, li gundê Zarên li devera Tagozî ya ser bi parêzgeha Helebceyê sala 1949an ji dayik bûye, gundî bû û bi çandiniyê re mijûl dibû, bi Kitan Mihemed Elî re zewicî bû û kurek wan (Kosar) hebû.
Sala 1979an tevlî Hêzên Pêşmerge bû di fujê Tagozîyan de, bi fermandariya Qadir Heme Salih Tagozî, beşdarî gelek şeran bûye, ji wan: şerê Zozik, melbenda Xwakurkê, şerê Helebceyê, şerê Zemnakoyê, şerê Qeredaxê, çalakiyên şerkerî li deşta Şarezûrê, sala 1981ê piştî ku di dema encamdana çalakiyên şerkerî li deşta Şarezûrê de guleyek li lingê wî yê rastê ket, bi giranî birîndar bû.
Şehîd Ezîm Ebdulkerîm sala 1991ê beşdarî Raperîna gelê Kurdistanê bû û di azadkirina bajarê Helebce, Seyîdsadiq, Erebet, Zarên, Derbendîxan, Silêmanî, Kerkûk, Kelar, Bawenûrê de beşdar bû.
Sala 1991ê bi hejmarek ji hevalên xwe yên Pêşmerge re ketin kemîna hêzên Mûcahîdînê Xelq nêzîkî gundê Şêx Bawe yê ser bi qezaya Xaneqînê, hemû di vê bûyerê de şehîd bûn, tê gotin ku ew ji şehîdên gorên wan ne diyar in.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


