Jînenîgarî

Ezîz Mistefa Rustem, sala 1946an li gundê Yalanpêyê ser bi nahyeya Biyareyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajaldariyê bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li navçeya Dizlî û Kanî Xeyaranê niştecî bûye, Ezîz Mistefa li çiya jiyana hevjîniyê li gel Nesrîn Hemeemîn pêk aniye û xwediyê yek kur û yek keç bûye bi navên Piştîwan û Şino, sala 1982an Şehîd bûne.

Xebatname

Şehîd Ezîz Mistefa, sala 1974an bûye endamê rêxistina Xurmalê ser bi navçeya Helebceyê ya liqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1976an li Kanî Xeyaranê bûye Pêşmerge li hêza Hewramanê ku di wê demê de Nadir Hewramî Fermandeyê hêzê bûye, sala 1980an pileya amir mefrezeyê partîzanî, fermandeyê pasevaniyê baregeha hêzê û fermandeyê hêzê wergirtiye.    

Sala 1981ê di şerê çiyayê Şeramê de di rûbirûbûna li gel serbazên rejîma Beis de bi giranî birîndar bûye.

Sala 1982an bi fermana serkirdatiya şoreşê û fermandeyiya rasterast a Nadir Hewramî, hêza wî berê xwe didin devera Pêncwênê û kîwmalî gundên Nalparêz, Nezleyê, Parezanê, Gulanê dikin û Nadir Hewramî hêza xwe li ser her çar gundan dabeş kiriye. Ji bo roja din û di rojhilatinê de hêzeke mezin a Yekîtiyê bi fermandeyiya Newşîrwan Mistefa û bi alîkariya serbazên rejîma Beis dorpêça hêza wan dane. Rûbirûbûn di navbera wan de çêbûye û di encamê de Ebûbekir Ebdulla Zelmî û Hemeşerîf bi giranî birîndar bûne, Ezîz Mistefa her du hevsengerên xwe yên birîndar bi cih nahêle û bergiriyeke çend demjimêrî kiriye, di dawiyê de Ezîz Mistefa Rustem Şehîd bûne û her yek ji hevsengerên wî Ebûbekir Ebdulla Zelmî, Hemeşerîf, Awat, Namîq Gulpî, Ebdulrehman Beşaretî û çend hevsengerên din ên wî di vê rûbirûbûnê de Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.