Fetah Ne'met Usê berniyas bi (Fetah Sindî), sala 1937 li gundê Mêrgeşîş li devera Sindî ya ser bi qezaya Zaxo ji dayik bûye. Piştî domahîk anîna xwandina xwe li qonaxa seretayî û navendî li Zaxo, li kompaniya nefta Eyn Zalê wekî fermanber tê damezrandin. Sala 1959 hatiye nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê her li destpêkê diçe nav xebat û şoreşê û li sala 1963 tê nav hêza leşkerê Kurdistan li devera Zaxo û peywendî bi berpirsê Pêşmergeyî dike û plan û rêkar û cihê êrîşê bi ser kompaniya nefta Eyn Zalê geşebê û destnîşan dike. Bi hemahengî li gel Hêzên Pêşmerge li Zaxo şiyan ziyanên mezin bi kompaniya nefta Eyn Zalê bigehînin û destkefteke dîrokî tomar bikin. Jiber dengvedana wê êrîşê ji aliyê Pêşmerge, rejîma Be's fermana girtina Fetah Sindî derxist. Yekem car bi du heyvan li bajarê Mûsilê tê zîndanî kirin, belê piştî çendekê tê azadkirin, careke din bi biryara dadgehê nêzîkî sê salan tê zîndanî kirin û tê veguhastin bo zîndana Nîgre Selman li bajarê Semawê li xwarê Îraqê (başûrê Îraqê).. Piştî azadkirinê ji zîndanê careke din peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike..
Pile û payeyên ku ji ber kar û çalakî û xebata xwe li nav şoreşê wergirtine::
1-Endamê Lijneya Aşitiyê (El-Selam).
2-Endamê Lijneya Lêkolînê (El-Tehqîq).
3- Amir Serî
4- Sala 1972 bi biryara serokê nemir Mistefa Barzanî dibite berpirsê hewalgirî li Hêza Îsa Siwar..
Armanca sereke ya şehîdê nemir Fetah Sindî bergiriya li axa Kurdistanê bû, jiber wê çendê li her cihekî û şerekî pêwîstî bi şehîdê nemir Fetah Sindî hebû bi dil û can bê dudilî li gel Pêşmerge amade bû..
Ew şerên ku şehîd Fetah Sindî tê de beşdarî kiriye û li wan jî şerê Eyn Zalê, Çiyayê Sipî, şerê Lêvo, şerê Îbrahîm Xelîl, şerê Batîfa, şerê Bêtas, şerê Asihê, şerê Berzîrî û girtina fewca supaya dijmin, şerê bereya Xwa Babik.
Sala 1975 piştî neskoya û rawestiyana demî ya şoreşê, nemir Fetah Sindî bi mal û xêzan awareyê welatê Îranê dibe. Jiber rêkarên tund ên rejîma şahê Îranê û rejîma Be's û peymana Cezayîrê jiyana wî û hezaran Pêşmergeyên din jiber kar û çalakiyên sîyasî bi zehmetî û kêm tê encamdan..
Piştî jinavçûna rejîma şahê Îranê li sala 1979 û hatina Komara Îslamî li Îranê careke din derfet bo Fetah Sindî peyda dibe kar û çalakiyên xwe çalakir dike, jiber kar û çalakî û dilpakî ya Fetah Sindî bo ax û welatê xwe ji aliyê cenabê Îdrîs Barzanî wekî şîretkar li bajarê Sawê bo karûbarên xêzanên aware û çalakiyên Pêşmerge tê destnîşankirin û dibite berpirsê lijneya awareyên rêxistina bajarê Sawê.
Piştî çendîn salan xebat û berxwedan û zehmet û nehemetiya şehîdê nemir Fetah Sindî bo maweyekê dirêj nexweş dibe piştî çendîn caran neştergerî dawî car li roja înê rêkeftî (17ê tîrmeha sala 1985) li nexweşxaneya Turfe ya bajarê Tehranê diçe ber dilovaniya Xwedê.. Liqa heşt a Partî bo rêzgirtin li xebat û mandîbûna şehîdê nemir Fetah Sindî maweyê heft rojan li sînorê bajarê Sawê matemînî gêra bi beşdariya cemawereke zêde ji kes û kar û hevalên Partî û sîyasî termê wî hat veguhastin bo ordûgaha Zêwe û paşî li goristana gundê Mela Bastêk hat veşartin.
Jêder:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





