Hecî Ezîz Mîrza sala 1918 li gundê Guwêzê ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.
XebatnameGeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulanê 1947an de li gundê Ergoş civîneke bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 22ê gulanê 1947an de yawerîya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtîya Sovyetê û beşdarî şerê Gelîyê Qotur (Kotol) bûye û di rêkefta 9-11 hezîrana 1947an de beşdarî şerê Pira Makoyê bûye li gel artêşa Îranê û di vî şerî de li gel sê ji hevalên xwe (Muhemmed Mela Muhemmed, Salih Muhemmed Ebdulla Lêrî, Mel Muhemmedemîn Emer Lêrî) şehîd bûye.
Çavkanî:- Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêre, beşê yekê, kovara Metîn, liqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna yekê 1995z, l 33.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l l 80, 90.
- Zerard Silêman Beg Dergelêyî, Bîranînên min li salên 1943-1977an de, (Silêmanî - çapxaneya Rehend - 2002z), l 176.
- Sîyamend Mehmûd Sêlkî, Karwanê serfirazîyê, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Pak - 2006z), l 67.
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z), l 39.
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrînê Pêşmerge, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996z), l 17.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duduyan, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z), l 577.
- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - belavkirinên Akademiya Kurdî - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l 512.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), l 100.
- M. Ehmed Muhemmed Çîço, Bo dîrokê di bîranîna Muhemmed Çîço Pêndroyî, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Şehab - 2010z), l 35.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazîya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z), l l 193, 458.
- Necef Qulî Pesîyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê zêrînê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), l 263.
- Hadî Qasim, Şehîdê fermande Mel Muhemmed Emîn Umer Lêrî, kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba rêkxistina Pêşmerge, hejmar 154, Pîrmam, çapxaneya Rewşenbîrî, kanûna duduyan 2011z, l 83.
- Arşîvê desteya ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





