Hemed Çawşîn di sala 1960an de li gundê Bbêl a ser bi qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye û xwediyê sê kur û sê keçan bûye, sala 1981ê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye.
Sala 1979an peywendî bi rêkxistinên Lîjneya Navçeyê ya Mêrgesorê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1981ê peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kiriye û di quweta Barzan de bi fermandeyiya doktor Seîd bûye Pêşmerge, sala 1986an beşdarî şerê Heyatî kiriye, sala 1987an beşdarî şerê Mêrgesorê kiriye, sala 1988an beşdarî şerê Xwakurkê kiriye û di wî şerî de Şehîd bûne û li ser sînorê Tirkiyeyê hatiye veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




