Helûmercên berî kongreyê:

Piştî derbasbûna du salan bi ser kongreya yekem de, bi sedema çend pêşhat û guhertinan di barûdoxa navxweyî ya partî û rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, sala 1955an, ev rêxistin biryara lidarxistina kongreya 12 ya xwe da.

Her piştî damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê sala 1953an, ji aliyê (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) ve bi rêya çêkirina rêxistina nû û dayîna îmtiyazan hewl hat dayîn xwendekarên kurd ji peywendîkirina bi rêxistina Yekîtiya Xwendekaran re xav bikin, ji bo vê mebestê rêxistinek bi navê (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Kurd ên Îraqê) hat damezrandin ku leqek bû ji (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) bi beyanê wê yekê ku xebata tevahiya xwendekarên Îraqê di yek rêxistinê de were rêxistinkirin, di rêkefta 8ê çiriya pêşîna 1953an, di hejmara (8) ya rojnameya (Kifah el-Talebe) çêkirina lijneya bilind a (Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Îraqê) hat ragihandin û paşê di rêkefta 1ê adara 1954an rêxistin bi navê (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Demokrat ên Kurd ên Îraqê) beyannameyek belav kirin û tê de daxwaz ji tevahiya xwendekarên kurd kirin di nav rêxistina xwe de û di çarçoveya rêxistina (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) bibin yek1. Ev û çendîn sedemên din, bûn sedema wê yekê ku navbera Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê têk biçe û girjî bikeve navbera wan. Ev ji bilî çendîn sedemên din ên navxweyî yên partî, bi taybetî lêktiraziyên navxweyî ku di dema nebûna serok Mistefa Barzanî de partî bal balîn tê ketibû, wisa kirin ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekaran ve kar ji bo lidarxistina kongreya 12 were kirin. 

Lidarxistina kongreyê

Piştî amadekariyan, di havîna sala 1955an, bi dirûşma (Xe‌bati xwendekaran bê raw‌stan li‌pênav mafê ge‌l û xwendekarên Kurdistanê) û ji bo piştgiriya xebata bizûtneweya nîştimanî ya Îraqî û partiyên pêşketinxwaz, bi‌ amade‌bûna nûne‌rên Ye‌kîtiya Xwendekarên Kurdistanê li‌ gişt navçe‌yên Kurdistanê û Be‌xdayê, kongre‌ya 12‌ya rêxistinê hat lidarxistin, nûne‌rên kongre‌ bi‌şêwe‌yekî نهێنی li‌ bajarê Be‌xdayê kom bûn‌ve‌ û piştî taûtûkirina barûdoxa kongreyê û dengdanê, Celal Talebanî careke din wek sekreterê rêxistinê hat hilbijartin û de‌ste‌yeke‌y nû ji bo sekreteriyetê he‌lbijartin, ku‌ bi‌m şêwe‌yê xwarê‌ve‌ bû:

1- Me‌hmûd E‌lî Osman

2- Şe‌mse‌dîn Miftî

3- Husamê‌dîn De‌bax

4- E‌dnan Ne‌qşbe‌ndî

5- Şaxe‌wan Namîq

6- E‌hme‌d Ne‌qşbe‌ndî2.

Se‌bare‌bi‌ se‌rokê he‌lbijartî yê Ye‌kîtiya Xwendekarên Kurdistanê li‌ Kongre‌ya duyem, li‌tu yek‌ ji‌wan çavkaniyên‌li ber‌dest, agahiyên piştrastkirî me nînin, lewra‌bi texmîn‌û şirovekirinan, dibe ku sîstema‌serokatiyê‌ hilweşiyabe‌Piştî‌lidarxistina‌kongreyê‌rêxistina‌Yekîtiya‌Qutabiyên Kurdistanê bi hêzeke nû ve hat vejandin û hewl da peywendî û çalakiyên xwe berfirehtir bike, ji çalakiyên herî girîng ên wê demê yên rêxistinê, beşdariya rêxistinê di Festîvala Varşovayê ya Qutabî û Ciwanên Cîhanê de bû.‌.

Di dîroka 31ê tîrmehê heta 14ê tebaxa 1955an de pêncemîn festîvala cîhanî ya qutabî û ciwanan li bajarê Varşovayê paytexta Polonyayê bi amadebûna zêdetir ji sed rêxistinên qutabî û ciwanên cîhanî hat lidarxistin, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li gel Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Îraqê bi awayekî fermî bo karnavalê hatin vexwendin. Piştî lidarxistina kongreya duyem, peywendiyên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li gel Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Îraqê baştir bûbûn, ev yek bû sedema hêsankariyê di beşdariya Yekîtiya Qutabiyan di festîvalê de û bûn endam di Yekîtiya Qutabiyên Cîhanî (

I.U.S)3.Ji aliyê Yekîtiya Qutabiyan ve şeş nûner ku armên serok

Mistefa Barzanî li ser milên xwe xistibûn, şandin Varşovayê û Celal Talebanî serokê şandê bû. Li gel beşdarbûna di çalakiyên festîvalê de bi navê qutabiyê Kurd, civîneke mezin ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê ve bi amadebûna nûnerên çendîn welatan wek Yekîtiya Sovyet, Hindistan, Almanya, Çîn, Fransa, Îngiltere, Amerîka û çend welatên din hat lidarxistin, vê civînê bandoreke mezin li ser gihandina dengê qutabî û ciwanan û pirsa neteweyî ya Kurd bo hemû cîhanê hebû4. Her di wê festîvalê de, ji aliyê (Jirî Blîkan)ê serokê Yekîtiya Qutabiyên Cîhanî, civîneke di navbera nûnerên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Îraqê de bi mebesta rakirina kêşeyên di navbera wan de hat rêkxistin, piştî civînê her du rêxistin li ser çend xalan li hev kirin û biryar dan hewl bo baştirkirina peywendiyên xwe bidin5.

Wekî ku li Varşovayê li serê li hev kiribûn, piştî vegera wan û her di destpêka sala 1956an de konferanseke hevbeş di navbera Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Îraqê de hat lidarxistin, di wê konferansê de behsa çawaniya yekxistina kar û çalakiyên her du rêxistinan hat kirin û piştre lijneyeke bilind a hevbeş bo serperiştiya û hemahengiya karên her du rêxistinan hat danîn û sê endamên sekretariya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bo sekretariya Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Îraqê hatin destnîşankirin, belam di sala 1957an de careke din sarbûn ket nav peywendiyên her du rêxistinan6.

Her derbarê xebata teyfa qutabiyên Kurd de, di dîroka 10ê tebaxa 1956an de, li Almanyaya Rojava (Komeleya Rewşenbîrî û Xwendekarên Kurd li Ewropayê) hat damezrandin, ev rêxistin di kongreya duyem di dîroka 2ê kanûna duyem a 1958an li Londonê û piştre di kongreya sêyem di dîroka 4ê tebaxa 1958an a bajarê Munchena Almanyayê, navê xwe bo (Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê) guhert û şaxên wê li piraniya welatên ewropî hatin vekirin. Komeleya Xwendekaran, tevî bêalîbûna xwe, beşeke herî mezin a endamên wê alîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê bûn û peywendiyeke baş li gel (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) hebû. Ev komele di sala 1964an de bû endam di rêxistina (Yekîtiya Qutabiyên Cîhanê) û roleke mezin dît di gihandina dengê Kurd bo welatên derve û navendên wan ên rewşenbîrî7.‌Çavkanî û pêravêz‌1- Banga Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Demokrat ên Kurd ên Îraqê, Yekîtiya Giştî ya Qutabiyên Demokrat ên Kurd ên Îraqê, Çapxaneya Ciwanên Kurd, 1/Adar/1954.‌2- Macid Hesen Elî, El-Hereketu Et-Tullabiyetu El-Kurdiyetu fî El-Îraq (1926-1970), resala masterê/Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê 2008, weşanên Spîrêz, (Hewlêr- çapxaneya Hacî Haşim), r 130; Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-çapxaneya Rojhilat-2012), r 22.‌3- Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrokê, (Hewlêr- çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r 12; Kovara Xebata Qutabiyan, di dîdareke taybet de Serok Talebanî hûrgiliyên damezrandina (Y.Q.K) dixe rû, hejmar 109, (Hezîrana 2012), r 8.‌4- Selah Reşîd, Mam Celal dîdara temen ji lawîtiyê bo Koşka Komarî, beşa yekem, çapa duyem, (Silêmanî- çapxaneya Karo- 2017), r r 99-102; di dîdareke taybet de Serok Talebanî hûrgiliyên damezrandina (Y.Q.K) dixe rû, çavkaniya pêşû, r 8.‌5- Macid Hesen Elî, El-Mesderu Es-Sabîq, r 131.‌6- Sîrwan Osman Hesen, Dîrokeke geş û karwaneke nebirî, (Hewlêr- çapxaneya Rewşenbîrî- 2014), r r 41-42; Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya pêşû, r 23.‌ 7- Esmet Şerîf Wanlî, Min muzekkerat Esmet Şerîf Wanlî, (Es-Silêmaniye- metbeetu Pîremêrd- 2014), r 27; Arif Ruşdî Arif, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê 1956 – 1975, (Silêmanî- belavokên Akademiya Hişyarî û Pêgihandina Kadîran- 2012), r 35; Macid Hesen Elî, El-Mesderu Es-Sabîq, r r 120-121.‌Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê‌ Havîna sala 1955an, piştî derbasbûna du salan bi ser lidarxistina yekem kongre û hatina pêş a çendîn guhertinên navxweyî yên Partî û rêxistinê, ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kongreya duyem a rêxistinê bi awayekî nihênî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin.

Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê     

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Havîna sala 1955an, piştî derbasbûna du salan bi ser lidarxistina yekem kongre û hatina pêş a çendîn guhertinên navxweyî yên Partî û rêxistinê, ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kongreya duyem a rêxistinê bi awayekî nihênî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin.

 

Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê

Havîna sala 1955an, piştî derbasbûna du salan bi ser lidarxistina yekem kongre û hatina pêş a çendîn guhertinên navxweyî yên Partî û rêxistinê, ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kongreya duyem a rêxistinê bi awayekî nihênî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin.

Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê

Havîna sala 1955an, piştî derbasbûna du salan bi ser lidarxistina yekem kongre û hatina pêş a çendîn guhertinên navxweyî yên Partî û rêxistinê, ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kongreya duyem a rêxistinê bi awayekî nihênî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin.

Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê

Havîna sala 1955an, piştî derbasbûna du salan bi ser lidarxistina yekem kongre û hatina pêş a çendîn guhertinên navxweyî yên Partî û rêxistinê, ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve kongreya duyem a rêxistinê bi awayekî nihênî li bajarê Bexdayê hat lidarxistin.

Kongreya duyem a Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê