Piştî kongreya yekem, Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê, daxwaza molleta fermî ji Wezareta Navxwe ya Îraqê kir, ji bo ku çalakiyên xwe yên eşkere û fermî pêk bîne. Wezareta Navxwe ya Komara Îraqê jî bi nivîsara (M.J - 2406 di berwarî 18ê mijdara 1970yî de) molleta fermî da wê1. Berê, peyrew û bernameyek bi zimanê erebî di diwanzdeh madeyan de radestî desthilatdaran hatibû kirin, ku di kovara (El-Weqayî' El-Îraqiye) de hat belavkirin, ew jî nîşana razîbûna desthilatê bû li ser naveroka wê2.

Li gorî vê bingehê, Yekîtiya Afretên Kurdistanê biryara sazkirina konferansên xwe yên navxweyî da bi mebesta destnîşankirin û hilbijartina nûnerên kongreya duyem li şaxên Bexda, Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Dihok û Xaneqînê.

Di berwarî 18ê nîsana 1971ê de, kongreya duyem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi awayekî eşkere hat sazkirin3. Di roja duşemê 19ê nîsana 1971ê de bi dawî hat û ev kongre li baregeha Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê li bajarê Bexdayê hat sazkirin4.

Piştî gotûbêj û bi biryara nûnerên kongreyê, yekîtiyê bû xwediyê heft şaxan ku pêk dihatin ji Bexda, Silêmanî, Kerkûk, Xaneqîn, Hewlêr, Neynewa û Dihokê. Di dawiyê de Zekiye Îsmaîl Heqî wek sekreter hat hilbijartin5. Ev ji bo cara duyem bû ku navbirî di dîroka Yekîtiya Afretên Kurdistanê de ji kongreyê ve vê postê werbigire. Ev kongre jî li bajarê Bexdayê hat sazkirin6.

Ji aliyê nûnerên kongreyê ve, lijneya rapêrandinê ya nû bi vî awayê jêrîn hat hilbijartin:

1- Zekiye Îsmaîl Heqî

2- Hesîbe Qezaz

3- Fewziye Murad

4- Suham Îbrahîm

5- Peyman Me'rûf

6- Fexriye Se'dullah

7- Zuhre Murad

8- Fexriye Heyder

9- Efîfe Casim

10- Fayize Nesrullah

11- Sureya Mihemed Ebdullah

12- Gelawêj Salih Fettah

13- Hêro Îbrahîm Ehmed

14- Pirşing Mihemed Memend

15- Nermîn Osman Hesen.

Endamên yedek ên lijneya rapêrandinê jî bi vî awayê jêrîn ji aliyê nûnerên kongreyê ve dengên xwe danê:

1- Etiye Ehmed.

2- Cihan Me'rûf.

3- Ne'îme Mehmûd7.

 

Di berwarî 3yê gulana 1971ê de, di civîna endamên lijneya rapêrandinê de evên jêrîn ji bo Mekteba Sekreteriyê hatin hilbijartin:

1- Zekiye Îsmaîl Heqî - Seroka desteya kargêriya bilind

2- Sureya Mihemed - Cîgira seroka desteya kargêriya bilind

3- Nermîn Osman Hesen - Sekreteriya giştî

4- Suhad Îbrahîm Qurtas - Emîndara sindoqê8.

 

 

 

Çavkanî û perawêz

 

1- El-Mu'temer El-Sanî li Îtihad Nisa' Kurdistan, Cerîdet El-Te'axî, El-Eded 713, Bexdad, Metbe'et El-Cahiz, El-Îsneyn, 19 Nîsan 1971m, s 4; Gulnam Mehmûd Mistefa, Te'arîx Nidal Îtihad Nisa' Kurdistan, El-Mesder El-Sabiq, s 7.

2- El-Nizam El-Daxilî li Îtihad Nisa' Kurdistan, Mecellet El-Weqayî' El-Îraqiye, Wezareta El-Î'lam fî El-Îraq, El-Eded 1937, El-Sene El-Salise 'Eşre, Bexdad, El-Erbi'a', 18 Teşrîn El-Sanî 1970m, s s 5 - 8.

3- Xanem Zehdî, Sefahat min Te'arîx El-Hereket El-Nisa'iye El-Îraqiye, (Bexdad - Şirket Dar El-Ruwad El-Muzdehire lil-Tib'et wel-Neşr El-Muhedde - 2007m), s 129; Şîrîn Amêdî, Afret û serweriyên Yekîtiya Afretên Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 1998z), l 41.

4- Îtihad Nisa' Kurdistan yinhî mu'temere El-Sanî we yettexiz cumleten min El-Qerarar El-Muhemme, Cerîdet El-Te'axî, El-Eded 714, Bexdad, Metbe'et El-Cahiz, El-Selasa', 20 Nîsan 1971m, s 4.

5- Şîrîn Amêdî, çavkaniya pêşû, l l 41, 43, 115.

6- Yekîtiya Afretên Kurdistanê 11ê kanûna yekem a 1952yê, (Hewlêr - Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê - 2010z), l 20.

7- El-Mu'temer El-Sanî li Îtihad Nisa' Kurdistan, Cerîdet El-Te'axî, El-Eded 713, El-Mesder El-Sabiq, s 4.

8- Exbar we Neşatat, Cerîdet El-Te'axî, El-Eded 728, Bexdad, Metbe'et Dar El-Cahiz, El-Ehed, 9 Ayar 1971m, s 3.