Kongreya Yekem an (Damezrîner) a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - (Partiya Dêmokrat a Kurd) di 16ê Tebaxa 1946an de bi awayekî veşartî li ser pêşniyara rêber Mistefa Barzanî û bi amadebûna (70) nûnerên kesayetiyên Kurd li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin û damezrandina partiyeke siyasî ya nû li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.
Paşxaneya dîrokî"Komeleya Jiyaneweyî Kurd" (J.K) di 16ê Îlona 1943an de li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin û di 16ê Tebaxa 1945an de navê wê bû Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê. Ev partî bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê di 22ê Çileya 1946an de karî Komara Kurdistanê (Mehabad) bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed li beşek ji axa Rojhilatê Kurdistanê damezrîne. Di heman demê de, di 15ê Çileya 1945an de Komîteya Azadî bi serokatiya General Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê hat damezrandin.
Piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan di sala 1945an de, General Mistefa Barzanî, Fermandeyê Giştî yê şoreşê, bi şêwirîna bi Komîteya Azadî û serkirdayetiya eniyên şer û piştî peywendîgirtin bi rêberên Kurd li Kurdistanê Îranê û berpirsiyarên Sovyetê re, biryar da ku bi hemû hêzên xwe ve ber bi Kurdistanê Îranê ve vekişe. Piştî rêzeşerên giran, wan karî bi rêya Kêleşîn-Mêrgewer derbasî axa Kurdistanê Îranê bibin.
Piştî ragihandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, tevî zehmetiyên rewşa wan, hêzên General Mistefa Barzanî bi hemû alavên xwe ve tevlî Komarê bûn.
Biryara damezrandinêRewşa Kurdistanê Îranê û guhertinên wê, fikra Komîteya Azadî ya derbarê çarenivîsa tevgera Kurd li Başûrê Kurdistanê de kêm nekir. Bi taybetî ezmûna damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê û ezmûnên ji Şoreşa duyema Barzan hatine wergirtin, di vê qonaxê de nîşan da ku damezrandina partiyekê li Kurdistanê Îraqê mîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê pêwîst e. Lewma piştî şêwirîn û analîzkirina kûr a rewşa navçeyê, Mistefa Barzanî û hevalên wî yên efser û endamên Komîteya Azadî biryar dan ku partiyekê li Kurdistanê Îraqê damezrînin da ku li gel daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê bigunce.
Bingehê damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurd di yekem civîna rêber Mistefa Barzanî ya li gel van kesan de hat danîn:
Parêzer Hemze Ebdullah, Kaptan Mîr Hac Ehmed, Kolonelê Rêkan Îzet Ebdullezîz, Kaptan Mistefa Xoşnaw, Kaptan Xeyrullah Ebdulkerîm, Kaptan Mihemed Mehmûd Qudsî û Lîwayê Nûrî Ehmed Taha. Dûre navê van kesan wek endamên Desteya Damezrîner hat diyarkirin û di vê civînê de hewla danîna yekem bername û rêziknameya navxweyî ya partiyê hat dayîn.
Ji ber heyama hestiyar a ku Komara Kurdistanê tê re derbas dibû û ji bo ku ji aliyê dewletên navçeyê ve neyê tehdîdkirin, Mistefa Barzanî û hevalên wî biryar dan ku damezrandina partiyê û çalakiyên wê rasterast veguhezînin Başûrê Kurdistanê. Ji bo heman armancê, biryar hat dayîn ku Hemze Ebdullah bi hemû desthilatên xwe û bi komek pêşniyaran ve vegere Başûrê Kurdistanê da ku li gel berpirsiyarên Partiya Şoreş û Rizgarî û şaxê Dêmokrat li Silêmaniyê bicive.
Pêşniyaran ev xalên jêrîn dihewandin:
1- Niha ti guhertin di rêziknameya navxweyî de neyên kirin.
2- Şêx Letîf, kurê Şêx Mehmûdê Hefîd, wek cîgirê yekem ê serok bê diyarkirin.
3- Mihemed Kakê Ziyad wek cîgirê duyem bê diyarkirin.
4- Ji bo ku hincet nedin kolonyalîzmê, divê zextê li ser berjewendiyên Brîtanyayê nekin heta ku partî karibe bingehên xwe xurt bike. Herwiha kolonyalîzma Brîtanyayê bêhêz bûye û baştir e ku desthilateke neteweyî cihê wê yê vala tije bike û ev valahî nekeve destê kolonyalîzmeke nû wek Amerîkayê.
Di dawiya bihara 1946an de Hemze Ebdullah vegeriya Başûrê Kurdistanê û peywendî bi partî û kesayetiyên naskirî re kir. Serkirdayetiya her du partiyan (Şoreş û Rizgarî) biryar dan ku partiyên xwe hilweşînin û tevlî refên Partiyê bibin, bi şertê ku her du partî kongreya xwe ya taybet li dar bixin û endamên xwe li ser çawaniya guhertinên di nav kongreyê de agahdar bikin.
Kongreya her du partiyan di destpêka meha Tebaxa 1946an de hat lidarxistin û piraniya endamên her du partiyan li ser tevlîbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê razî bûn. Beşek kêm ji serkirde û endamên Partiya Şoreş tevlî Partiya Komunîst a Îraqê bûn.
Berî wê, derbarê mijara tevlîbûna partiya nû de, Partiya Rizgarî civînek li gel şaxê Başûrê Kurdistanê yê Komeleya Jiyaneweyî Kurd li dar xistibû ku encama wê tevlîbûna beşek ji serkirdeyên Komeleya Azadî bo refên Partiya Rizgarî bû, û ji bo bersivdayînê Îbrahîm Ehmed daxwaza betlaneyê kiribû.
DamezrandinHer du partiyên Şoreş û Rizgarî kongreya xwe ji bo hilweşandina partiyê li dar xistin û biryar dan ku tevlî Partiyê bibin. Piştî temamkirina amadekariyan, partiya nû di 16ê Tebaxa 1946an de kongreya xwe ya yekem bi veşartî li mala Seîd Fehîm li Bexdayê bi amadebûna (70) nûneran li dar xist. Di kongreyê de beşê herî mezin ê endamên serkirdayetiya Partiya Şoreş û tevahiya serkirdayetiya Partiya Rizgarî (ji bilî Salih Heyderî û Nafi' Yûnis), Hemze Ebdullah wek nûner û bawerpêkiriye Mistefa Barzanî, Mehmûd Ehmed nûnerê Şêx Letîf, Kakê Heme Ziyad û Îbrahîm Ehmed û nûnerên Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê şaxê Silêmaniyê beşdar bûn.
Kongreyê kar û erkên xwe bi serkeftî bi dawî kir û endamên kongreyê piştî nirxandin û kirina çend guhertinên kêm, li ser naveroka rêziknameya navxweyî ya ku ji aliyê Desteya Damezrîner ve li Mehabadê hatibû amadekirin, pesend kirin. Navê partiya nû bû (Partiya Dêmokrat a Kurd - Îraq) û Mistefa Barzanî ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek serokê Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin. Li ser pêşniyara pêşwext a Mistefa Barzanî, Şêx Letîf kurê Şêx Mehmûdê Hefîd wek cîgirê yekem û Kakê Ziyad wek cîgirê duyem ê partiyê hatin diyarkirin. Rojnameya Rizgarî ku zimanê Partiya Rizgarî bû, ji ber rola xwe ya di nav girseyan de, bû zimanê Partiya Dêmokrat a Kurd. Hemû milkên her du partiyên Şoreş û Rizgarî radestî serkirdayetiya nû ya hatî hilbijartin kirin û biryar hat dayîn ku navenda serkirdayetiya partiyê li Bexdayê be.
Piştî hilbijartina navê partiyê û diyarkirina serok û cîgirên wî, hilbijartina endamên Komîteya Navendî ji aliyê endamên kongreyê ve dest pê kir û kesên navên wan li jêr hatine nivîsandin wek endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin:
1- Mistefa Barzanî, serok
2- Şêx Letîf Şêx Mehmûdê Hefîd, cîgirê yekem ê serok
3- Kakê Heme Ziyad Koyê, cîgirê duyem
4- Hemze Ebdullah, sekreter
5- Mîr Hac Ehmed Akreyî, endam
6- Dr. Ce'fer Mihemed Kerîm, endam
7- Elî Ebdullah Emîn, endam
8- Seyda Salih Yûsifî, endam
9- Ebdulkerîm Tewfîq, endam
10- Reşîd Ebdulqadir, endam
11- Reşîd Bacelan, endam
12- Mela Seyîd Hekîm Xaneqînî, endam
13- Ewnî Yûsif Ehmed, endam
14- Teha Muhyedîn Me'rûf, endam
15- Ebdulsemed Bena, hêzî
Piştî wê, hilbijartina endamên Ofîsa Siyasî ya nû ji aliyê endamên Komîteya Navendî ve hat kirin û ji van kesan pêk hat: Hemze Ebdullah, Dr. Ce'fer Mihemed Kerîm, Elî Ebdullah, Ebdulkerîm Tewfîq û Reşîd Ebdulqadir.
Ofîsa Siyasî ya Partiyê ya hatî hilbijartin dest bi dabeşkirina erk û karan kir û biryar da ku cihê rûniştina piraniya endamên Ofîsa Siyasî li Bexdayê be, bi şertê ku baregeha wan li heman bajêr bimîne. Peywendiyên xurt di navbera Ofîsa Siyasî û serok Mistefa Barzanî de hatin avakirin.
Çavkanî:- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, bergî yekem (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerde-2004 z).
- Mêjûy Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (bername û rêziknamey navxweyî) Mîkî ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergî yekem (Hewlêr- çapxaneya Roksana -2021).
- Hebîb Mihemed Kerîm, mêjûy Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (di qonaxên serekî da) 1946 - 1993, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998 z).
- Elî Ebdullah, mêjûy Partiya Dêmokrata Kurdistanê- Îraq heta lidarxistina kongrey sêyem (cih ne diyar e-1968 z).
- Nûrî Şawês, ji bîranînên min, (bê cih - weşanên Partiya Gelî Dêmokrata Kurdistanê - 1985 z).
- Mihemed Mela Qadir, Xebatname (Hewlêr- Mîkî Aras bo çap û weşan-2007).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd- şorşî Barzan 1945-1958, (Kurdistan- kanûna pêşîn 1987).
- .


