Luqman Fetah nasnavê wî Hêriş, di sala 1969an de li gundê Şornaẍê ser bi nahiya Sûrdaşê ya qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, qonaxa seretayî temam kiriye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, sala 1987an awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Bane niştecî bûye.

Luqman Fetah, sala 1987an peywendî bi hêza Pêşmerge ya Şoreşa Gulanê kiriye û li lijneya navçeya Şiwan a ser bi lqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî Dastana Xwakurk, şerê Derbend Baseran, şerê Baxê Ebdul Şêx Kerîm û şerê Qeredaxê bûye, sala 1988an piştî tawana Enfalê ya rejîma Be's li dijî xelkê Kurdistanê beşdarî çalakiyên partîzanî yên devera Dûkan û Sûrdaş û Koye û Qeredaxê bûye. 

Sala 1991an beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê û azadkirina bajarê Silêmaniyê, qezaya Dûkan û nahiya Baziyan bûye û di azadkirina nahiya Baziyan û di girtina binkeya polîsên Baziyan de, Luqman Fetah gule li wî ketiye û Şehîd bûye û hevsengerên wî li gundê Kupelê ya Baziyan spartine axê. 

Çavkanî: 

1- Arşîvî Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.