Şehîd Menaf Mihemed, sala 1971ê li gundê Osumerban ser bi devera Zeraretî ya nahyeya Dare Şekran ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975an ligel xanedana xwe awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Şino nîştecih bûne, sala 1976an vegeriyane Başûrê Kurdistanê û ji aliyê desthilatdarên hikûmeta Îraqê ve li ordûgaha Mela Omer nîştecih kirine, mijûlî karê ajeldariyê bûye.
Sala 1990î peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di Hêzên Gulan de bûye Pêşmerge, sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê kiriye û di azadkirina Şeqlawe, Korê, Hewlêr, Pirdê, Kerkûkê de beşdar bûye.
Di 31ê Adara 1991ê de piştî vekişîna hêzên Pêşmerge ji bajarê Hewlêrê, Menaf û çend hevsengerên xwe li nêzî gundê Bestore ketine ber topbarana tankên rejîma Beis û di encamê de Menaf Şehîd bûne, paşê ji aliyê hevsengerên xwe ve li goristana gundê Sardawe bi axê hatine spartin.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





