Şehîd Nejat Mihemed Mihemed, di sala 1960an de li gundê Ergoşê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975an de ligel malbata xwe awareyê welatê Îranê bûye û li wir heta qonaxa navendî xwendiye. Zewicî bûye û xwediyê du hevseran bûye.

Di sala 1976an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, di Hêza Xebatê de bi fermandeyiya Esed Xoşewî bûye Pêşmerge. Di sala 1983an de li ser mezelê nemiran li bajarê Şino birîndar bûye. Di sala 1991ê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikeve û di Artêşa Barzan de dibe Pêşmerge, di sala 1993an de li devera Mizûrî Bala birîndar bûye. Di sala 1994an de di şerê navxweyî li Hewlêrê birîndar bûye, di sala 1995an de li Şawês di şerê navxweyî de Şehîd hatiye kirin, li gundê Sêlkê yê nahyeya Şêrwan Mezin hatiye veşartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.