Biryar û armanca damezrandinê

Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di destpêkê de bi navê Partiya Dêmokrat a Kurd a Îraqê wekî ku di peymana neteweyî ya Kongreya yekem de hatiye, di nava kûrahiya civaka Kurdistanê de, bi armanca damezrandina dewleta îtihadî ya dêmokratî, piştî hejmarek civînan di zivistana sala 1946an de li bajarê Mehabad, paytexta Komara Dêmokrata Kurdistanê, bi serokatiya mela Mistefa Barzanî û hemû endamên lijneya azadiyê û komek ji xebatkarên Kurdistanê yên Îraqê ku piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, rûyê xwe kiribûn Rojhilatê Kurdistanê ku piştre ew hêz bû pêkênerê sereke yê leşkerê Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, bi mebesta komkirina hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê û rêxistin û hêzên siyasî yên qada Kurdistanê ya Îraqê û yekxistina helwestê ji bo gihîştina bi armancên rewa yên gelê Kurdistanê, biryar li ser damezrandinê hat dayîn û heta îro jî her bi wan biryar û armancan di xebatkirinê de berdewam e.

Kongre û konferans

Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di destpêka damezrandina xwe de ji 16ê tebaxa 1946an heta îro çardeh kongre û sê konferans û çendîn civînên berfireh li gorî barûdoxê herêmî û navçeyî û wekî ku di program û rêziknameya navxweyî de biryar li ser hatiye dayîn, lidar xistiye.

Kongreya yekem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1946)

Kongreya duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1951)

 Kongreya sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1953)

Kongreya çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1959)

Kongreya pêncem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1960)

Kongreya şeşem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1964)

Kongreya heftem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1966)

 Kongreya heştem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1970)

 Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1979)

Kongreya dehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1989)

Kongreya yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1993)

Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1999)

 Kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (2010)

Kongreya çardehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (2022)

 Konferansa Bexda (1950)

Konferansa Mawet (1964)  

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1976)

Serok

Partiya Dêmokrata Kurdistanê di dema temenê xwe de ji sala 1946an heta îro ji aliyê du serkirdeyên mezin ên kurd ve serokatiya wê hatiye kirin ku ji aliyê kurdên azadîxwaz û alîgirên Partiya Dêmokrata Kurdistanê wekî du pêşewa û sembolên azadî û serxwebûna Kurdistanê tên dîtin.

 Serok Mistefa Barzanî (1946-1979)

Mesûd Barzanî (1979 heta îro)

Şoreşa çekdarî

Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo gihandina gelê kurd bi armancên rewa yên xwe di gel xebata siyasî û medenî xebata çekdarî jî wekî yek ji rêyên rewa yên li ber xwe dîtiye û ji destpêka damezrandina xwe ve heta îro serkirdatiya du şoreşên çekdarî li Başûrê Kurdistanê kiriye.

Şoreşa Eylûlê (1961-1975)

Şoreşa Gulanê (1976-1991)

Çavkanî:
  1.  Mêjûya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û konferans (Program û rêziknameya navxweyî), berga yekem û duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2021).