Şehîd Qadir Hememrad Ehmed, bi navê Qadir Cebarî tê naskirin, di sala 1968an de li gundê Dergaşêxanê yê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û bi karê baxdarî ve mijûl bûye, heta qonaxa navendî li Biyareyê xwendiye.
Di sala 1984an de bûye Pêşmerge di batalyona Şehîd Serdarê Hacî Huseyn Dereqeyserî, ser bi hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Beşdarî di çendîn şeran de kiriye, wek şerên Ehmedawa, şerê Haneyê Qol, şerê Qeredaxê kiriye, di Sala 1987 di şerê Ehmed Awa de piştî rûbirûbûneke giran li gel Artêşa Iraqê ya rejîma Beis li rebayeya Milê Qonere ya nêzîkî Ehmedawa şehîd Qadir Hememrad gelek bi giranî birîndar bûye, her di wî şerî de hevsengerên wî Serdar Hacî Huseyn Dereqeyserî û Şêx Selam şehîd bûne.
Di sala 1986an de pileya fermandeyê kertê wergirtiye, piştre bûye cîgirê fermandeyê batalyona hêza Hewraman, di sala 1988an de li gel desteyek ji hevsengerên xwe xwestine biçin gundê Ehmedawa, lê li pişt rebayeya Haneyê Qolî ya Artêşa Iraqê ya rejîma Beis mîna çandî di bin lingên wan de teqiya, di encamê de Qadir Hememrad şehîd bûye, hevsengerên wî termê wî derbasî axa Îranê dikin û li Derbendê Dizlî bi axê dispêrin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





