Şehîd Salih Mihemed Ehmed, sala 1961ê li gundê Lêlukê, nahiyeya Meznê, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, selit bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe rûniştiye.

Sala 1981ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza Barzan bûye Pêşmerge û beşdarî çalakiyên partîzanî yên wan kiriye.

Sala 1987an li devera Barzan di çalakiyeke partîzanî de ji aliyê Artêşa Iraqê ve şehîd hatiye kirin û li goristana Barzan hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.