Jînenîgarî

Selîm Şêxumer Ehmed sala 1888 li gundê Bêdûdê yê ser bi nahiyeya Bêran li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewiciye û keçek bi navê Lûdmîla jê re çêbûye, zimanên kurdî û rûsî dizanî û sala 1954 li Ûzbêkistanê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Rûpelên têkoşînê

Sala 1931 tevlî refên şoreşa yekem a Barzan bûye, di 3ê nîsana 1932an de beşdarî şerê meydanî yê Dolavaziyê bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe penaberî Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1943 tevlî refên şoreşa duyem a Barzan bûye û beşdarî şeran bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Serbazî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz hatine desteserkirin, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî şikestina şoreşa duyem a Barzan, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Di 31ê adara 1946an de tevlî hêzên Barzanî bûye û wek Pêşmerge di artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de xizmet kiriye, beşdarî şerên Salihawa, Sêrwa û Mergewer li Rojhilatê Kurdistanê bûye, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Melqernî bûye. Piştî hilweşîna Komara Demokratîk a Kurdistanê, di 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevres û Helcî bûye.

Ew di nav hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi ser axa Bakurê Kurdistanê de vegeriyan herêmên Şêrwan û Mezûriyê. 

Piştî vegerê, Fermandey Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê ligel hevsengerên xwe civînek pêk anî û ew li ser mayînê an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Fermandey Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir, beşdarî şerên Qetûr û Pira Makû bûye, piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bûye, yê ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li Nêxçîwan a Azerbaycanê bo dema çil rojan di komelgeheke vekirî de ku bi têlên dirî dorpêçkirî bû û leşkeran ew diparastin, hatin girtin, ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wek dîlên şer bi wan re hat kirin, bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li herêmên Agdam, Laçîn, Eyûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947an de bo kampên li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin, di 23ê heman mehê de cil û bergên serbazî wergirtin, rojane heşt saetan bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê perwerdeya serbazî didîtin, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê kurdî didîtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov ligel hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhêze komelgeha Cerjûk a nêzîkî paytexta Ûzbêkistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê komên cuda bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Fermandey Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe kiribû, tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî were avakirin, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fêrêvskî kom bibin, lewma di çiriya paşîn a 1951an de berê xwe da bajarê Fêrêvskî yê Sovyetê.

Çavkanî

1. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Dar El-Hîkme – 2016).

2. Sefer Yûsif Mêrxan, Mam Xidir Mela Osman: Eger Barzanî yê Nemir nebûya me niha nedikarî bi zimanê kurdî biaxivin, zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Rojnameya Xebat, hejmar 3456, Hewlêr, 27ê nîsana 2010.

3. Sebrî Çawşîn Xano, Bêdûd di dîrokê de, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2018).

4. Şeban Elî Şeban, Hin zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2013).

5. Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê – 2002).

6. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebû Bekir, Eşîra Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê – 2001).

7. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).

8. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).

9. Ji bîranînên Fermandey Şehîd Heso Mêrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr – Çapxaneya Rewşenbîriyê – 1997).

10. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Dihok, Çapxaneya Xebat, 1998).

11. Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Aras, wergêr: Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê 1996).

12. Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê