Şehîd Senaan Xemo Reşîd Mizûrî, sala 1965 li gundê Maweta ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qeza Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe awareyî sînorê Tirkiye û Îraqê bûne, sala 1983 awareyî welatê Îranê bûne û li kampa Zêwe niştecî bûne.
Sala 1985 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza Barzan bûye Pêşmerge.
Sala 1987 di dema êrîşkirina ser dam û dezgeh û baregehên Artêşa Iraqê li qeza Mêrgesor ji bo mebesta azadkirinê Şehîd dibe. Termê wî tê veguhestin bo piştê çiyayê Pêrefat aliyê rojhilat û ligel 7 şehîdên din û bi serperiştiya Mûlazim Babekir û Ebdulla Qado û di berbanga roja din piştî şûştina laşê wan ê pîroz bi cil û bergên pêşmergatiyê ve tên veşartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Hevpeyvîn ligel Necim Ebdulla Qado ji beşdarên şerê Mêrgesor.