Şehîd Silêman Ebdulla Mistefa, di sala 1942an de li gundê Sekranê yê qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewarî nebûye, jiyana hevjîniyê pêk anî bû.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê dike û di batalyona 3yem a Hêzên Balek de ku Şehîd Mela Emîn Barzanî fermandeyê batalyonê bûye dibe Pêşmerge, di şerên sînorê Rewandizê û Sertîz û Korêk de beşdar bûye û carekê jî birîndar bûye, di sala 1974an de di şerekî dijwar de li qezaya Rewandizê bi gulleyên rejîma Beis tê Şehîdkirin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




