Şehîd Silêman Yasîn Hamid, sala 1957an li gundê Stûnî yê ser bi nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye. Sala 1981ê awareyê welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye.
Sala 1981ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û li Hêza Xebatê bi fermandeyiya Melhem Dirî bûye Pêşmerge. Sala 1981ê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê tê şehîdkirin û li goristana Mela Basik a li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye veşartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





