Silêman Îsmaîl Cehangîr, sala 1927 li gundê Botya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 1959 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1961 li sînorê lijneya navçeya Dihokê li Laqê yek (1) bûye kadir, sala 1967 pileya serqolê Pêşmergeyên lijneya navçeya Dihokê jê re hatiye spartin, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê vegeriyaye gundê xwe û ji aliyê rejîma Îraqê ve bo bajarê Dîwaniye li Başûrê Îraqê hatiye dûrxistin, sala 1977 vegeriyaye nav rêzên şoreşê û bo maweya salekê li lijneya navçeya Dihokê kadir bûye û paşê hatiye kirin bi berpirsiyarê lijneya navçeya Amêdiyê.

 Sala 1983 kurekî wî bi navê Mecîd Silêman ku berpirsiyarê rêxistina nihênî ya Cudî bûye Şehîd bûne, di meha Eylûla sala 1987 kurekî din ê wî bi navê Mihemed Salih Silêman ku berpirsiyarê lijneya navçeya Amêdiyê bûye di şerê Kanî Masê ya parêzgeha Dihokê Şehîd bûne, sala 1988 di dema şalawe bednaw a Enfalê û kîmyabaran-kirina navçeya Badînan, kurê sêyemîn ê wî bi navê Fexrî Silêman ku Pêşmergeyê lijneya navçeya Dihokê bûye, ligel komek kesên din ji aliyê rejîma Îraqê ve hatiye girtin û paşê Şehîd bûne, di heman salê de Silêman Îsmaîl bi malbatî hatiye dûrxistin bo komelgeha Cejnikê li nêzîk Behrkê li parêzgeha Hewlêrê, sala 1990 vegeriyaye parêzgeha Dihokê, sala 1991 di raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê rolekî berçav hebûye, di serhildana gundê Malta li parêzgeha Dihokê û dubare pileya kadirê lijneya navçeya Dihokê li Laqê yek (1) jê re hatiye dayîn, di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê sala 2010 ji aliyê serok  Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1.Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.