Şehîd Sodiq Hemed Resûl, Kake Mem, di sala 1948'an de li gundê Melekanê yê girêdayî qezaya Xelîfanê, li rêveberiya xweser a Soranê ya îro, ji dayik bû. Nexwende bû, malbatdar bû û di sala 1995'an de şehîd bû.
Di sala 1991'an de bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re têkilî danî; di sala 1995'an de li tabûra Zirar Melekî ya artêşa 5'an a Spîlkê bû Pêşmerge û beşdarî şerên herêma Soran û Herîrî bû. Di roja 13'ê Gulana 1995'an de di şerê navxweyî de li deşta Basirmê hate kuştin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




