Şehîd Sîrwan Yûnis Hesen di sala 1974an de li gundê Ergoş a ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa navendî li bajarokê Herîrê xwendiye. Sala 1978an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatine raguhastin bo nahiyeya Herîrê. Sala 1983an bavê wî ji aliyê rejîma Beis ve enfal kiriye.

Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1992an di artêşa Barzan de bûye Pêşmerge, beşdarî şerên bergirîkirin li serweriya yasayê kiriye. Sala 1995an li gundê Mêroz a nahiyeya Şêrwan Mezin ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye şehîdkirin û li goristana Zulfiqar a li bajarokê Herîrê hatiye veşartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.