Wehîd Bayizdîn Teha, Sala 1945 li gundê Mûka parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1961 bûye Pêşmerge. Sala 1968 Şehîd bûye li gundê Qumrî li navçeya Berwarî hatiye veşartin.
Şehîd Wehîd Bayizdîn Teha, Sala 1945 li gundê Mûka ser bi nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û ligel Es'ed Xoşewî bûye Pêşmerge. Sala 1963 di şerekî li devera Zêbar birîndar bûye. Sala 1968 li devera Berwarî Şehîd bûye û li goristana gundê Qumrî li devera Berwarî hatiye veşartin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




