Wehab Elî Rehman Cwamêr, sala 1963an li gundê Sereqeyserê yê ser bi nahyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye.
Sala 1982an bûye Pêşmergeyê rêxistina Ebebeylê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hemeteqê berpirsiyarê rêxistinê bûye û baregehên wan li Kerecal û Hişkenavê ya devera Hewramanê bûye, di temenê pêşmergatiyê de du caran birîndar bûye, sala 1984an di şerê Ehmed Awa, sala 1985an di kemîna Artêşa Iraqê ya rejîma Beis de li deşta Şarezûrê.
Sala 1985an pileya fermandeyê kertê wergirtiye û hatiye veguhestin bo batalyona Feyroz Biyareyî ya ser bi Hêzên Pêşmerge yên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1991ê di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê de, di azadkirina devera Hewramanê, qezaya Pêncwên û Nalparêz, deşta Şarezûrê, bajarê Helebceyê, qezaya Derbendîxanê, nahyeya Erebetê, bajarê Silêmaniyê, bajarê Kerkûkê beşdarî kiriye.
Sala 1991ê di girtina serbazgeha Xalid a li bajarê Kerkûkê de, piştî ketina nava serbazgehê dikevin kemîna Artêşa Iraqê ya rejîma Beis, Wehab Elî Rehman û şeş ji hevsengerên wî şehîd bûne û termên wan jî mane, hevsengerên şehîd ên wî pêk dihatin ji Melaazim Cwamêr, Hîwa Hemeelî yê bi navê Doktor Hîwa, Serdar Mihemed yê bi navê Serdar Belxeyî, şehîd Wirya, şehîd Cabîd herwiha Ehmed Belxeyî û Hewraman Osman bi giranî birîndar bûne, Wehab Elî Rehman yek ji wan şehîdan e ku gora wî nediyar e.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





