Şehîd Wehab Selîm Yehya, sala 1961 li gundê Dêzo yê ser bi nahiyeya Şêrwanê Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye û xwediyê şeş zarokan bûye. Sala 1975 awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe niştecî bûye. Sala 1994 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li gundê Dêzo niştecî bûye.
Sala 1980 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1986 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li Hêza Aware bûye Pêşmerge. Sala 1987 beşdarî di şerên Koleka, Mêrgesor, Aşê Xidir Axa kiriye. Sala 1988 beşdarî şerê Xwakurkê kiriye û heman salê beşdarî şerê Armîşokê kiriye. Sala 1994 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li Artêşa Barzan bûye Pêşmerge. Pileya amirê siriyê li Artêşa Barzan wergirtiye.
Sala 1997 li gundê Dêzo yê devera Mizûrî Bala di dema êrîşa çekdarên PKKê bo ser Hêzên Pêşmerge Şehîd bûye û li goristana gundê Sîlkê ya devera Mizûrî Bala spartine axê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




