Xalid Ezem Tofîq, sala 1960an li gundê Berwênê ser bi nahiyeya Bemoyê ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye.

Sala 1976an bûye Pêşmerge li lîwaya Şehîd Ezîz Tofîq Ebdulqadir ku ser bi batalyona Tagozî bûn û Qadir Hemesalih fermandeyê batalyonê bûye. Sala 1978an di navbera gundê Sêlê û gundê Pişte ya nahiyeya Bemoyê ketine kemîna serbazî ya rejîma wê demê ya Îraqê û Xalid Ezem Tofîq bi giranî birîndar bûye.

Di 10ê Îlona 1982an de Xalid Ezem Tofîq û mefrezeyek hevsengerên xwe bi fermandariya Ezîz Tofîq Ebdulqadir piştî vegerandina wan ji çalakiyeke partîzanî ya nav bajarê Helebceyê, li gundê Gurgêçiya ya devera Tagozî ser bi parêzgeha Helebceyê, hêzeke zêde ya caş û serbazên rejîma Beis dorpêça gund girtine û şer di navbera wan de çêbûye, piştî rûbirûbûneke çend demjimêran û ji ber kêmjimarî ya Pêşmergeyan û zêdebûna serbaz û caşên rejîmê Xalid Ezem Tofîq û fermandeyê wî bi navê Ezîz Tofîq Ebdulqadir ku mamê wî bûye bi birîndarî ji aliyê serbazan ve hatine girtin, paşê bi fermana îstixbarata giştî ya Îraqê heman şeva 10ê Îlona 1982an li derwazeya Gurgêçiya hatine gulebarankirin û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê