Çalakiyên Pêşmerge di sala 1984 de bi awayekî zêde bibûn ku di heyama du mehan de sed û sî çalakî derbas kiribûn li dijî bink û dezgehên Beisê. Pêşmerge karî ziyanên mezin bigihîne Beisê di kuştî û birîndar û têkbirina otomobîlên serbazî (Barzanî, 2021, 94).

  Havîna sala 1984 hêzeke Pêşmergeyên ser bi rêxistina Rêncberan ve li navçeyên derdora Dihokê nêzîkî gundê Bane Sûrê di gerê de bûn, di wê derketinê de biryar dan derbeke mezin li hêzên serbazî û çekdarî û ewlehiyê yên rejîma Beisê bixin, di heman gerê de cihê çalakiya xwe diyar kirin ku danîna kemînê bû li ser cadeya giştî ya Mangêşkê ji bo karwanê otomobîlên hêzên hikûmetê.

       Piştî diyarkirina cihê çalakiyê, lijneya navçeya Dihokê agahdar kirin ku plana êrîşeke ji nişka ve danîne ji bo ser hêzên rejîma Beisê, hêza şoreşê 15 Pêşmerge bûn, saet 3ê şevê xwe gihandin cihê diyarkirî li ser cadeya sereke ya Mangêşkê, hêza Pêşmerge li ber cadeyê di nav dar û daristanên cihê de xwe veşartin û li benda hatina otomobîlên serbazî bûn, yek ji Pêşmergeyan wekî pasewanê rê li cihê bilind bi cih kirin, heta zû her otomobîlekî serbazî yan çekdarî bi rê de derbas bibe bi hêsanî bibîne û hevalên xwe yên Pêşmerge jê agahdar bike (Murad, 2007, 147).

     Hêza Pêşmerge li wî cihî man heta roja din saet 10:30 xulekên berî nîvro, di benda hatina otomobîlên hêzên hikûmetê de bûn, heta derba xwe lê bidin û qehremaniyekê tomar bikin, ji nişka ve ji aliyê pasewanê rê ve hatin agahdarkirin ku otomobîlekî serbazî ya cureya Îva ji aliyê Mangêşkê ve ber bi kemînê ve tê, Pêşmergeyan xwe amade kirin û gava otomobîl gihîşt wan û ket kemîna wan, di yek demê de dan ber reşandina guleyan, di heyama 10 xulekan de otomobîla wan têk birin ku hejmareke zêde ya cahşan tê de bûn û hemû hatin kuştin, di dema şer de ew hêza piştevanî ya Pêşmerge ku li cihêkî bi cih bûbû ji bo parastina hêza Pêşmerge li cihê danîna kemînê, roleke mezin lîst di rûbirûbûna rebayên derdorê de, bi çekên doşka û reşeş û bîkêsî û hawenên (82 mmm) heta çalakî bi serkeftî bi dawî bû û Pêşmerge bi silametî derketin (Murad, 2007, 148).

      Piştî bidawîbûna şer, Pêşmerge vekişiyan û cihê xwe hiştin, hêzeke mezin a serbazî ya hikûmetê ji Mangêşkê û hêzeke din xwestin bên cihê bûyerê ji bo rûbirûbûna hêza Pêşmerge, lê hêza Pêşmerge ji hemû aliyan ve rûbirûyî wan bûn û teqeyan li wan kirin, nehiştin bên pêş ve piştî ku ziyan gihîşt wan, ber bi paş ve vegeriyan, lê gund û avahiyên navçeyê topbaran kirin, tevî ku topbaran dijwar bû, lê bê ziyan bû (Murad, 2007, 148).

      Destkeftiya Pêşmerge di vê çalakiyê de pêk hatibû ji dest bi ser de girtina heşt çekên cureya Kalaşnîkov û tivingeke Brnû û yek (Ar. Pî. Cî) ligel hejmareke zêde ya fîşekan û kelûpelên serbazî, hêjayî gotinê ye hêza Pêşmerge di wê çalakiyê de bê ziyan bûn, tenê yek Pêşmerge birîndar bû (Murad, 2007, 148).  

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, (Çapxaneya Roksana- 2021).

 2- Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, (Çapxaneya Kurdistanê- Zaxo- 2007).