Sala 1975an saleke xirab bû di dîroka Kurdistanê de, ji ber ku ne tenê şoreş rastî şikestinê hat, belkî hêviya azadiyê jî tê de şikest, şikestin kete nav xendeqên şer û di nav giyan û dilê hemû Kurdan de, tu hêviyek nema ku geşbîniyê di giyanê mirovan de çêbike, bi hezaran Pêşmergeyên dilsoz ên şoreşê rastî bêhêvîtî, reşbînî û xemgîniyê hatin [1]،
Ev barûdox tenê salekê berdewam kir dema ku serkirdayetiya şoreşê di nîvê sala 1976an de xwe ji nû ve rêxistin kir û careke din zengila destpêka şoreşeke din a çekdarî li dijî dijminên ku sedema şikestinê bûn lê da Şoreşa Eylûlê[2] bi planeke navneteweyî, û hêvî careke din vegeriya şoreşgerên Pêşmerge ku çalakiyên wan li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê zêde bûn. Bi rastî gelek şer û destan hene ku Pêşmerge di dîrokê de tomar kirine Şoreşa Gulanê li gelek deverên Kurdistanê, wan karîbûn derbeyên xurt li cih, baregeh û saziyên ku di nîşana çekên wan de bûn, bixin.
Yek ji destanên mezin û dîrokî ku hêzên Pêşmerge tomar kirine, destana Kanî Sêv û Çomeresê çiyayê Qoçê ye li ser rêya Seyîd Sadiq û Pêncwên di 20ê Çiriya Pêşîn a 1980an de, dema ku hêzeke Pêşmerge bi çekên xwe yên sivik rûbirûyî hêzeke Artêşa Iraqê ya bi çekên giran û sivik hat, û ji bilî wan hêzên ku di şer de rûbirûyî Pêşmerge bûn, hikûmeta Iraqê hejmareke mezin ji hêzên din bi rêya helîkopteran daxistin herêmê da ku piştgiriya hêzên xwe yên li ser erdê bikin, lê wê yekê Pêşmerge netirsand û bandor li moralê wan ê qehremanî nekir, belkî wan şer berdewam kir, heta ku karîbûn derbeyeke xurt û bibandor li hêzên dijmin bixin, û encama şer kuştina hejmareke mezin ji leşkerên Artêşa Iraqê û birîndarkirina yên din bû, û efserê bi pileya kaptanê pîlot bi navê Ehmed Îsmaîl El-Eqîlî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat girtin [3].
Lê ya ku cihê mixabiniyê ye û li hemberî têkoşîn û fedakariya ji bo dozeke pîroz şermê tîne, helwesta neşayîste û belavbûyî ya di şoreşê de ye, ku ji nişkê ve li herêma Kanî Manga hêzeke ser bi Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê derket, ku êrîşî hêzên Pêşmerge ji paş ve kir, û piştî şerekî germ û xwînî, du Pêşmerge di şer de şehîd bûn ku ew jî Mihemed Werdawile û Azad Şêx Qadir bûn [4].
Çavkanî:1-Cemal Fethullah Teyib: Bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan 1976-1980, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.
2-Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek le xizmet Barzanîda, bergi duwem, çapa duwem, Tirkiye- 2021.
3-Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergi çwarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşî duwem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
[1] Cemal Fethullah Teyib: Bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd le Başûrî Kurdistan 1976-1980, çapa yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012, l35.
[2] Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek le xizmet Barzanîda, bergi duwem, çapa duwem, Tirkiye- 2021, l46.
[3] Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergi çwarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşî duwem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l53.
[4] Mesûd Barzanî: bi heman çavkanî, l53.


