Şerê Rewandizê di 8ê Îlona 1974an de derket, ew şer yek ji şerên herî dijwar bû, bi armanca kontrolkirina cihên hêzên Pêşmerge li navçeya Rewandizê, ku Artêşa Iraqê êrîşeke berfireh ji du eniyan ve li ser Rewandizê da destpêkirin, yek ji wan ji eniya çiyayê Gurz ber bi navçeya gundê Balkiyan, û ya din ji Korik ber bi Bêxalê, ew êrîş bo demeke dirêj berdewam kir, û tê de hemû cureyên planan bo destserkirina armancan hatin bikaranîn.
Di 8ê Îlona 1974an de, Artêşa Iraqê bi fermandariya Lîwa Rukin Îsmaîl Taye El-Neîmî êrîşeke dijwar da destpêkirin, êrîş ji du eniyên cuda hat cîbicîkirin, yek ji wan ji çiyayê Korik û ya din ji çiyayê Gurz, di destpêkê de, her du êrîş ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin şikandin, û Artêşa Iraqê ziyanên giran dîtin, di wî şerê berevaniyê de Topxaneya Şoreşê bi fermandariya Halî Dolmerî roleke sereke di şikandina êrîşa artêşê de lîst, ew êrîş heta 19ê Îlona heman salê berdewam kirin, û Artêşa Iraqê heta wê rojê ti destkeftî bi dest nexistin, di êrîşa yekem a li ser hêzên Pêşmerge de Artêşa Iraqê ziyanên giran dîtin, ku zêdetirî 400 termên leşkerên xwe yên kuştî li qada şer hiştin, ew qehremanî bi xwîna şeş şehîdên Pêşmerge hat tomarkirin.
Hikûmeta Iraqê planeke gelek ecêb bo bidestxistina serkeftinê di wan êrîşan de bikar anî, ew plan di êrîşa ji çiyayê Korik ber bi bajarê Rewandizê de bû, û ji bo vê armancê yek ji fermandeyên Artêşa Iraqê, ku Muqedem Rukin Ebdulwehab bû, planeke xurt danî, ku hemû kevirên li ser binê çiyayê Korik bi buldozerên mezin rakirin, da ku tank û wesayîtên zirxî yên leşkerên hikûmetê karibin ji lûtkeya çiyayê Korik ber bi armancê ve êrîş bikin, ew plana ku artêşê danî qet nehatibû bîra Pêşmerge, ji ber ku erkeeke gelek dijwar û westîner û dûrî mentiqê bû, ew plan hevsengiya şer guhert, û Pêşmerge neçar kirin ku paşve vekişin bo gundê Berziwe û çiyayê Hendirên û Zozik û tengava Omer Axa û cihên din, û ew wek serkeftineke mezin bo artêşê bû.
Yek ji planên din ên hikûmeta Iraqê êrîşkirina li ser hêzên Pêşmerge li navçeya Bêtwate bû, armanca wê ji wî êrîşî tenê ew bû ku fermandariya şoreşê hêzeke Pêşmerge bişîne navçeyê, û ev yek dê zexta li ser Artêşa Iraqê li navçeya Rewandizê kêm bikira, ew planeke rast bû, ji ber ku newala Reqe û beşên din ên navçeyê hatin destserkirin, û ev yek bû sedem ku zexta Artêşa Iraqê li ser Pêşmerge zêde bibe û êrîşî çiyayê Rewandizê bike, di encama berevaniya hêzên Pêşmerge de di roja 23ê Îlonê de balafireke (Mîg 19) li gundê Berziwe bi guleyên (Dûşka 14.5) hat xistin, herwiha pîlotê wê ku navê wî Mûlazimê Yekem Sefa Şelal bû hat girtin.
Di dawiyê de, Artêşa Iraqê kontrola newala Rewandizê ji nû ve bi dest xist, û şer tenê li ser topbaran û bombebarana esmanî ya navçeyên di bin kontrola Pêşmerge de ma, lê ya ku hat dîtin ew bû ku Artêşa Iraqê bi berdewamî li derfetekê digeriya bo êrîşkirina navçeyê, ji bo ku bi temamî ji bin kontrola Pêşmerge derxe.
Çavkanî:1-Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


