
Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê
Peydabûna komele û rêxistinên pîşeyî û siyasî di dîroka gelan de, nîşaneke girîng e di warê galahbûn û pêşketina rewşa hişmendiya civakî, aborî û siyasî ya civakê de di çarçoveyeke rêxistinî de. Xebata xwendekarên Kurd li Ewropayê beşek bû ji xebata xwendekarên hemû welatên bindest ên dinyayê, li dijî kevneperestî, emperyalîzm û kolonyalîzmê ku li derveyî welat nûneriya xebata rewa ya Kurdî dikir.









