

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e, behsa dîroka nakokiya Kurd û hikûmetên Îraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya niha ya Herêma Kurdistanê dike, ji pêşgotinek û dergehek û sê beşan û her beşek ji çend babet û teweran, pêvekên belge û nexşeyan pêk hatiye.
Dergehê vê pirtûkê derbarê pêşîneya sînorê erdnîgarî û têgeh û çarçoveya neteweyî û taybetmendiya nasnameya pêkhateyan e.
Beşa yekem terxan hatiye kirin ji bo pêşîneya pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û proseya danûstandinên di navbera serkirdatiya Kurd û dewleta Îraqê de, du babet û çend teweran dihewîne derbarê pêşîneya pirsa navçeyên Kurdistanî di qonaxa şahîtiyê de di navbera salên (1921-1958) wek rehendên navxweyî û herêmî û navneteweyiyên girêdana Başûrê Kurdistanê bi Îraqa erebî ve û qonaxbendiya cuda kirina navçeyên Kurdistanî û pêşîneya pirsê heta Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an. Pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê di proseya şer û danûstandinên serkirdatiya Kurd û dewleta Îraqê de di navbera salên (1958-1992) wek, rengvedana rewşa Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an a Îraqê li ser navçeyên nakokiya di navbera Kurd û hikûmeta Îraqê de, navçeyên nakokiyê di proseya danûstandinên di navbera serkirdatiya Kurd û hikûmetên Îraqê de di navbera salên (1958-1975), cihê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di navbera Kurd û dewleta Îraqê de di navbera salên (1975-1992).
Beşa duyem taybet e bi siyaseta dewleta Îraqê û partiyên Kurdistanî û îraqî li ser pirsê di navbera salên (1958-2010) de, du babet û çend teweran dihewîne ku di siyaseta hikûmetan de erebkirin û koçberkirin û paqijkirina nijadî ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dihewîne. Cihê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di nêrîna partiyên Kurdistanî û erebên Îraqê de.
Beşa sêyem terxan hatiye kirin ji bo siyaseta herêmî û navneteweyî û proje û destûrên Îraq û Kurdistanê li ser nakokiyê, du babet û çend teweran dihewîne wek siyaseta navneteweyî û herêmî derheq bi navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku di siyaseta navneteweyî de nêrîna Amerîka û Brîtanya û Rûsyayê hatiye wergirtin, li welatên herêmê jî Îran û Tirkiye wek nimûne hatine anîn. Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di birge û madeyên destûrî yên Îraqê heta sala 2003an û Îraq û Herêma Kurdistanê di sala 2003-2010an de.