

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Siyaseta Îraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Elî Xelîl Bêtkarî
Ev pirtûk derbarê referandûm û raperînê de ye wekî du bûyerên girîng ku gelê Kurdistanê tê de beşdar bûye, ji pêşgotinek û du beşan û her beşek ji çend tewaran pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê behsa raperîna gelê Kurdistanê û encamên erênî yên doza Kurd dike û du tewaran dihewîne derbarê, raperîn û peywendiyên dîplomatîk ên Kurd, raperîn çima çêbû?, tepeserkirina hovane ya raperînê ji aliyê rejîma Sedam û berteka navneteweyî, damezrandina parlementoyê, ragihandina federaliyê, damezrandina yekem kabîneya hikûmetê, rêkeftinnameya dîrokî ya Washingtonê, peywendiyên Kurd û Amerîka û Kurd û Fransa piştî raperînê. Rola Kurd di proseya azadiya Îraqê û hevkêşeyên paşê de, azadkirina Îraqê di sala 2003an de, maf û pêgeha Kurd di nav destûra sala 2005an de, Kurd di nav hevkêşeya Îraqî ya piştî rûxana rejîma Beis de, serokatiya herêmê wekî destkefteke nû ji bo gelê Kurdistanê, peywendiyên dîplomatîk piştî damezrandina serokatiya Herêma Kurdistanê.
Beşa duyem derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê û yasayên navneteweyî yên derbasdar û dengê Kurd de ye, sê tewaran dihewîne ku terxan hatiye kirin ji bo, amadekariyên encamdana referandûmê û helwestên herêmî û navneteweyî, rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de bi serokatiya Serok Barzanî, referandûm ji bo serxwebûnê?, amadekariyên encamdana referandûmê, helwesta Îraq û welatên cîran li hember encamdana referandûmê, helwesta civaka navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsyaya Federal, Brîtanya, Fransa û Almanya û welatên din û rêxistinên navneteweyî û herêmî. Felsefeya referandûmê wekî faktoreke girîng a serweriya Kurdistanê, parastina li ser man û yekparçeyî û bihêzkirina qeware û dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê, gelê Kurdistanê di referandûmê de baweriya bi xwe jê re vegeriya da ku zêdetir berevaniyê li nasnameya xwe ya neteweyî bike. Rola Serok Barzanî di serxistina referandûma serxwebûnê û biryara wî ya hekîmane li ser encamdana referandûma serxwebûnê, rola Serok Barzanî di yekxistina rêzan û vejandina hêviyê, belê Serok Barzanî merce û rêber e, Serok Barzanî dibistanek e ji bo aştiyê û felsefeya diyaloga siyasî, peyama Serok Barzanî û felsefeya yekbûna nîştimanî.