Pîtyên şoreşê18/8/1969
Pêşmerge daxwaza çek û çolê dike

- Şandekar
- Hêza Rizgarî
- Hejmara nameyê
- 847
- Wergir
- Barzanî, M.T, B 1, B 2, B 3, B 4 Rizgarî
Metna orîjînal
Ji kerema xwe bala xwe bidin brûskeya me 837 di 16/8 de. Em di şerekî berdewam de ne ligel dijmin, rojane sê dûşkeyên me hene û me 500 cebilxane wergirtin. Hêzên me yên zêde ligel me ne, cebilxaneya hatî şandin têra şerekî nake. 120 çekên me yên rûsî hene û ji ber nebûna cebilxaneyê ji kar ketine. Ti pereyên me nîne ji bo kirînê. Ji kerema xwe bi lez ji me re dabîn bikin û bersiva brûskeya me 825 di 14/8 de bidin. Ji ber ku Ehmed pereyê nade me û ne mimkun e karûbarên jiyana hêzê bêyî pereyan bimeşînin, ji kerema xwe me agahdar bikin.
